Mîhrîcan wê di 11’ê tîrmehê de pêk were û hatineyên wê ji Kobanê re bên şandin. Piştgiriya navneteweyî ya ji bo Kobanê dewam dike. Komên çep ên cuda û saziyên kurd ên li paytexta Almanya Berlînê, di 11’ê tîrmehê de bi hevkarî mîhrîcana piştigiriyê ya enternasyonal a ji bo Kobanê li dar dixin. Organîzatorên ku di nav de MLPD, AGÎF, NAV-DEM, HDP, IL, ICOR û PYD jî hene, dixwazin lezê bidin kampanyayên piştgiriyê yên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê.
Mîhrîcana ku ev demeke dirêj e amadekarî jê re tê kirin, yekemîn mîhrîcana navneteweyî ya ji bo Kobanê ye. Rêxistinên mîhrîcanê organîze dikin, piştî civîna xwe ragihandin ku hemû amadekariyên mîhrîcanê qediyane. Ji bo mîhrîcana wê roja şemiyê bê lidarxistin, hemû berlînî hatin vexwendin.
Bernameya mîhrîcanê
Bernameya mîhrîcanê jî têra xwe dagirtî ye. Di beşa destpêkê ya mîhrîcanê de dê pêşkêşî û panel li ser Kobanê werin lidarxistin. Kurtefîlm, muzîk û govend werin pêşkêşkirin. Ji bo zarokan jî dê bernameyeke taybet hebe. Her wiha koroya zarokan jî dê hunera xwe pêşkêş bike.
Di beşa duyemîn de hunermendê yewnan Kostas Papanastasîou, hunermendê filisstînî Mahmûd, Nîcolas Mîque ê ji Şîliyê û hunermendên kurd Hozan Aydin, Hozan Bengî, Hozan Bêrîvan û Hozan Mustafa dê stranên xwe bibêjin. Di mîhrîcana ku dê heta derengiya şevê berdewam bike de stantên pirtûkan bên danîn û kampanyayên piştgiriyê yên rêxistinên cuda yên çep bên pêşxistin. Ji bo zarokan jî dê workshop hebin.
BERLÎN