Di nava Meclîsa Şehîd Binevş Edessa de dabeşkirina komîsyonên wiha ye; 4 kes di komîsyona çapemeniyê de, 6 kes di komîsyona dayikan de, 3 kes di komîsyona civakî de, 5 kes di komîsyona  ji bo Şengalê de,4 kes di komîsyona perwerdeyê de, 3 kes di komîsyona aboriyê de, 10 kes di komisyona ciwanan de, û 7 kes jî di komîsyona edaletê de hatin peywirdarkirin. Her wiha rêveberiya ku ji 7 kesan pêk tê ji nûneran komîsyonan hatin hilbijartin.

 Endama Meclîsa Şehîd Binevş Edessa Nurê Alkis di civînê de axivî û derbirî ku îro ji bo jinên Êzîdî ên li Berlînê dimînin, rojeke dîrokî ye û wiha peyivî: “ Avakirian meclîsa me bersiva fermana ku li ser Êzîdiyan hatine ferzkirin û tevkujiyan e. Êdî jinên Êzîdiyan bi îrade û rêkxistinbûyîna xwe di nava civakê de cihê xwe bigire. Berê gava me civîna jinan lidardixist yek du jin tevlî dibûn lê niha bi dehan jin em civîna xwe xwe li dar dixin û meclîsa xwe ava dikin. Roj bi roj wekî jinên Êzîdî em ê pêş de biçin û bi peywira xwe rabin.” 


Alîkariya derûnî û civakî

Alkis diyar kir ku ji bo têkîlî danîn û xurtkirina çepera Meclîsa Şehîd Binevş Edessa li Berlînê bi Meclîsa Jinan DestDan’ê re pêwendiya xwe xurt bikin û her bi wan re xebatê hevpar lidarbixin. Her wiha Alkîs derbirî ku di meşandina karên komîsyonan de bernameyeke deynin pêşiya xwe û komîsyonan çalaktir bikin.bi taybetî ji bo azadiya jin û zarokên ku di destê DAIŞ‘ê de ne di nava hewldan û çalakiyê de bin. Ên ji destê DAIŞ‘ rizgar bûne jî alîkariya derûnî û civakî bidine wan. Piştî axaftinan endaman hatin hilbijartin û di nava komîsyonan de hatin peywirdarkirin. 


FEHMÎ KATAR/BERLÎN