Dersên Kurdî wê li 3 dibistanên Berlînê jî dest pê bike. Li gorî nûçeya Komeleya Dêûbavên Kurd a li Berlînê YEKMAL´ê li ser malpera xwe parve kiriye, yek ji van dibistanan, Dibistana Destpêkê ya Anna-Lindh a li semta Weddingê ye. Li gorî komeleyê, li vê taxê wê xebata xwebexşana fêrkirina Kurdî jixwe bi rê ve dibir. Herdu disbitanên din jî Dibistana Destpêkê ya Lemgo û Dibistana Destpêkê ya  Otto-Wels in. Ev herdu dibistan jî li semta Kreuzbergê ne. Statuya fermî ya dersa Kurdî li Berlînê jî "Muttersprachlicher Unterricht" (Dersa zimanê dayikê) ye. Yanî weke zimanên din ên bi heman statuyê, ew ê jî hefteyê du saetan be.

YEKMAL bi bîr dixe ku wan tevê Koordînasyona Kurdisch AG´yê (platformek ji bo 11 rêxistinên civaka sivîl ên Kurd), ji xwe re kiribû armanc û kar da ku dersên Kurdî li dibistanên Berlînê dest pê bikin, ji ber wê jî bi destpêkirina dersan ew gelekî bextewer bûne. YEKMAL´ê her wiha malavahiya sazî, rêxistin, kes, û dam û dezgehên xwedî ked û rol di destpêkirina dersên Kurdî de kir.

YEKMAL´ê bi bîr xist ku Senatoya Perwerdeyê ya eyaleta Berlînê biryar daye û pişta wê girtiye, û armanca wê ye sala bê dersên Kurdî li bêhtir dibistanan bên dayîn. YEKMAL jî ji ber vê wê hevkariya xwe ya bi senatoyê re dewam bike.

Malbat divê baldar bin

YEKMAL´ê wekî din ji bo dewama dersan jî malbat hişyar kirin, lewma heger dewama dersan a zarokan tevahiya salê dewam neke, hingê zehmet e ku ders dewam bikin, ji ber wê jî YEKMAL´ê ji dêûbavên zarokên wan li van hersê dibistanan diçin dersên Kurdî xwest baldar bin da ku zarokên wan ji dersan nemînin û dewama xwe tevahiya salê bikin. YEKMAL´ê ji dêûbavên zarokên wan diçin dibistanên din jî xwest fermî biçin miracaetî rêveberiya dibistanên zarokên xwe bikin û doza dersên Kurdî ji bo zarokên xwe bikin.

YEKMAL´ê lêkolîna xwe bi bîr xist ku tê de 89,4´ê dêûbavên Kurd gotibûn, heger dersa Kurdî li dibistana zarokên wan hebe, ew ê zarokên xwe bişînin wê dersê, û xwest dêûbav li gorî vê jî li dibistanên zarokên xwe doza Kurdî bikin û heger dersa Kurdî hebe, zarokên xwe bişînin dersa Kurdî.

 

ç