Rojnamevan Hannes Heine pirsa “Em çima yekane welatê rojavayî ne ku ala YPG’ê qedexe dikin?”. Dr. Daniela de Ridder a SPD’î bersiv neda û got, “Hikûmeta me ji Cotmehê ve firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandiye.”

Nûnerên Kurd û Elman li Meclîsa Elman a Federal konferansek li dar xist. Rayedarê Partiya Çep Stefan Liebich di konferansê de nêzîkatiya Elmanyayê bi tundî rexne kir û xwest, qedexekirina PKK’ê bê bidawîkirin.

Meclîsa Federal a Elman bi pêşengiya Partiya Çep û Weqfa Rosa Luksemburgê mêvandarî ji konferanseke bi navê “Perspektîf û firsendên rojane ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn” kir.

Konferans li avahiya “Marie-Elisabeth-Luders-Haus” a meclîsê pêk hat û tevî nûnerên hêz û partiyên Kurdan, siyasetmedar û pisporên Elman jî tevlî bûn.

Konferans bi înîsiyatîfa parlamentera Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer hate lidarxistin û tevahiya rojê panel li ser mijarê hatin lidarxistin.

Parlamenter Sommer destpêkê axivî û bal bire ser dîroka meseleya Kurdistanê.

Sommer qala polîtîkayên asîmîlasyonê û qirkirinê yên hêzên mêtinger ên li Kurdistanê kir û got, “Di konferansa xwe de tevî beşdarên ji Tirkiye, Sûriye û Iraqê em ê cih bidin perspektîfên dîrokî yên li ser rê û rêbazên çareseriyê û bi vê armancê nîqaşan bikin.”

Jibîrkirin mirin e

Ji amadekarên konferansê Gabriele Kickut a ji Weqfa Rosa Luksemburgê kêfxweşiya xwe ya ji ber vê civînê anî ziman. Neviya Mahatma Gandhî, Ela Gandhî û parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn peyam ji konferansê re şandin.

Di rûniştina destpêkê ya konferansê de dîroknas Îsmaîl Kupelî bi sernavê “Piştperde û sedemên pirsgirêka Kurd a li Rojhilata Navîn” axivî. Kupelî qala bûyerên piştî Şerê Cîhanê yê 1’ê li Rojhilata Navîn qewimîn, parçebûna Kurdistanê û qirkirinê kir.

Bi moderatoriya rojnamevan Hannes Heine panelek bi sernavê “Polîtîkaya Elman û pirsgirêka Kurd” pêk hat. Cîhgira Serokê Meclîsa Federal, Claudia Roth, Cîhgira Serokê Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Federal Dr. Daniela de Ridder (SPD) û Berdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya Çep, Stefan Liebich axivîn.

Roth a ji Partiya Kesk, got, divê êdî mafên demokratîk, siyasî û çandî yên gelê Kurd bên naskirin destnîşan kir, ku ew bi Kurdan re ye.

Roth gotina “Jibîrkirin mirin e, Kurdan ji bîr neke” ya Danielle Mitterrand bi bîr xist. Roth got, Elmanya di mijara Kurdan de xwedî siyaseteke berbiçav nîne û got, “Namzetiya Tirkiyeyê hêviyeke mezin da me, lê belê ev pêvajo bi dawî bû.”

Roth bal bire ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku ev yek li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Roth bang kir û got, “Divê bi ti rengî çekan nedin Tirkiyeyê.”

Ridder nezanî çi bibêje!

Ridder jî got, ew êrişên rejîma Erdogan ên li dijî Kurdan bi tundî şermezar dikin û îdîa kir ku siyaseta derve ya Elman ji siyaseta Fransa û welatên din cudatir e. Ridder ji bo çareseriya pirsgirêkan bal bire ser diyaloga di navbera parlamenteran de. Li gorî Ridder siyaseta derve ya Elman demên dawî guherî û Elmanya hîn bi rengekî hesas nêzî pirsgirêkên li cîhanê dibe.

Moderator Heine pirsa “Em çima yekane welatê rojavayî ne ku ala YPG’ê qedexe kiriye?” Ridder a SPD’î bersiv neda û got, “Hikûmeta me ji Cotmehê ve firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandiye.”

Liebich xwest qedexa PKK´ê rabe

Berdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya Çep Stefan Liebich got, ji bo çareseriya pirsgirêkê divê qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin û sembolên tevgerên Kurd bên serbestkirin. Liebich diyar kir ku têkoşîna li dijî DAIŞ‘ê ne tenê pirsgirêka Kurdan e û bi bîr xist ku dewleta Elman ne tenê piştgiriyê dide dewleta Tirk her wiha salên dawî piştgiriya rejîmên Sûriye û Iraqê jî kir û li dijî têkoşîna Kurdan bêdeng ma.

Liebich got, “Elmanya bi hêsanî dikare pêşengiyê ji çareseriya pirsgirêka Kurd re bike” û siyaseta bi nakok a hikûmeta bi Serokwezîr Angela Merkel rexne kir.

Liebich got, “Partiyan hemûyan ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê got, ‘binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye’, lê belê hikûmeta Merkel nekarî helwêsteke hevpar nîşan bide. Maas li Enqereyê bi Çavûşoglû re rûnişt û îdîa kir ku “operasyona dewleta Tirk wê dirêj nedome’, lê belê ev dagirkerî ketiye sala duyemîn.”

Liebich destnîşan kir ku ji bo dawî li şantajên Erdogan bê anîn, divê tavilê Peymana Penaberan bê betalkirin.

 

BERLÎN