Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê êvara Yekşemê li Berlînê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. Zêdeyî hezar kesî tevlî pîrozbahiyê bûn. Tevî astengiya polîsan jî pîrozbahî pêk hat. Hozan Diyar, Bangîn, Bulent Tûran, Xecê û Genç Mûharrem û gelek hunermend û komên muzîk û govendê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî mîna festîvalekê derbas bû. Di pîrozbahiyê de berxwedana Leyla Guven û ya gelê Kurd ya li dijî tecrîdê hat silavkirin û êrişên dewleta Tirk bi tûndî hatin rûreşkirin.

Wê hesab ji wan bê pirsîn

Di dawiya pîrozbahiyê de Polîsan gelek kes bi lêdanê destgîr kirin. Komîteya amadekar daxuyaniyek da û helwêsta provkatîf û antî demokratîk a polîsên Elman şermezar kir. Komîteyê ragihand ku ji ber destgîrkirin û birîndarkirina welatiyan ew ê miracaetî rê û rêbazên hiqûqî bidin. Hevserokê NAVDEM'ê yê Berlînê Yeko Ardil jî nerazîbûn nîşanî helwêsta polîsan da û got, "Heger li Elmanyayê hiqûq hebe, wê hesabê van kiryarên li dijî me hatine kirin, bê pirsîn."

 

ANF/BERLÎN