21´ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê, Komeleya Dêûbavên Kurdî YEKMAL, bi navê “Li Berlînê di jiyana bajêr de pirrengxwazî û mafê pirrzimaniyê” sempozyûmekê organîze dike. Di sempozyûmê de xebateke akademîk a elaqedarî Kurdên li Berlînê jî wê di sempozyûmê de bê danasîn. Weçî din wê li ser zimanê dayikê û jiyana Kurdên li Elmanyayê gotar bên pêşkêşkirin.

Sempozyûm li paytexta Elmanyayê Berlînê bi rê ve diçe. Di sempozyûmê de encamên anketa bi bêhtirî 500 Kurdistaniyî re wê bê eşkerekirin ku bi şêwirmendiya Prof. Dr. Katharina Brizic û kordînatoriya Şerif Derince hatiye kirin.

Piştî vekirina sempozyûmê bi destê kordînatora YEKMAL´ê Gunay Darici û wekîla Komîeteya Perwerde, Ciwan û Malabatê ya eyaleta Berlînê Stefanie Remlinger, piştî nîvrojê Prof. Dr. Katharina Brizic’in wê bi navê “Li ser ziman û jiyana koçeberên li Elmanya/Berlînê dijîn, minaqeşeyeke têgehî” gotara xwe pêşkêş dike. Heta saet 16´an wê mijarên “Destekirina ziman”, “Xwegihandina Perwerdeyê”, “Cudakerî” û “beşdarî” atolye û panel wê hebin.

Beşa dawiyê ya sempozyûmê wê bi gotarên li mijara “Di jiyana bajêr de mafê zimanê dayikê û pirrengîxwaziyê” wê bên pêşkêşkirin.

Hûn dikarin online xwe qeyd bikin

Kesên dixwazin beşdarî sempozyûmê bibin dikarin di ser navnîşana înternetî ya li jêr re xwe qeyd bikin:

https://goo.gl/forms/jMeJSExv1RYMcyvw1

 

Navnîşana cihê sempozyûmê jî Urbanstrasse 21, 10961 Berlîn e. Di sempozyûmê de wê pêşangeheke kitban a li ser çand û zimanê Kurdan jî bê vekirin. n BERLÎN