
Li taxa Sadr a li paytexta Iraqê Bexdayê ku pirraniya şêniyên wê Şîî ne, êrîşeke xwekujî hate kirin. Di encama êrîşa bi teqemeniyê de herî kêm 35 mirovan jiyana xwe ji dest da, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji aliyê rayedaran ve hatin dayîn, êrîş li sûka bi navê Camîla ya li taxa Sadrê bi wesayîteke bombebarkirî hate kirin.
Êrîş, dema ku Serokkomarê Fransayê François Hollande li Bexdayê bû pêk hat.
Roja Şemiyê jî ji ber 3 êrîşên bombeyî yên li paytext Bexdayê 29 mirov hatibûn kuştin. Li bajarê ji bo Şîiyan girîng Necefê jî heman rojê li bendeke kontrolê di êrîşa DAIŞ'ê de 7 polîs hatibûn kuştin û herî kêm 15 kes jî birîndar bûbûn.
ANF / BEXDA