Dîmenên çalakiya gerîla ya 4’ê Gulanê hatin weşandin. Ev çalakiya hanê li Şemzînanê li dijî baregeheke eskerî pêk hatibû.
Gerîla TV dîmen weşandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya li ser çalakiyê de gotibû, “Hêzên me li dijî baregeheke dijmin a li ber Qereqola Bêzokê çalakiyek pêk anî. Hêzên me xwe berdan nava baregehê û ji nêz ve bi rêbaza birûskê çalakî kirin. Di çalakiyê de 3 çeperên dijmin hatin rûxandin û ketin destê hêzên me. Hêzên me çûn ser cenazeyên 7 eskerên dijmin û dest danîn ser çekên wan. 7 eskerên dijmin jî birîndar bûn. Hejmara mirî û birîndarên dijmin dibe ku zêdetir be. Di encama çalakiyê de 5 çekên ferdî yên G-3, Çekeke BKC a otomatîk, rextê çeka G-3, zincîrek BKC û kaskekî hêzên dijmin ketin destê hêzên me.”
Di dîmen de eskerên kuştî xuya dikin. Ev çalakiya ku bersivek li dijî êrişên li dijî dayikên Kurd bû jî nîşan dide ku dewleta Tirk kuştî û birîndarên xwe vedişêre.
Gerîla li Besta lê da
Wekî din, HPG’ê jî doh ragihand ku10’ê Gulanê li herêma Bestayê bi çalakiyeke sekvaniyê eskerekî Tirk hatiye kuştin: “10’ê Gulanê li herêma Bestayê ya Şirnexê, li qada Şehrîban li dehma Deriyê Eyşedînkê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyeke sekvaniyê hate kirin. Eskerekî ku derb lê ketin, hate kuştin.”
Pêr li Îdirê 19 esker hatin kuştin
HPG´ê pêr jî bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên gerîla li Îdirê 10´ê Gulanê di çalakiyeke şoreşgerî de 19 esker kuştine: “Hêzên me eskerên li derdora Qereqola Basan a Îdirê xistin bin kontrolê. 10’ê Gulanê saet 05.30’î, dema ku wesayîta zirxî ya panzêr esker wergirtin û ber bi qereqola Basanê ve da rê, hêzên me li dijî vê wesayîtê sabotaj kir. Ev wesayîta zirxî îmha bû û 10 eskerên di nava wê de hatin kuştin. Piştî çalakiyê eskerên ku hatin mudaxeleyê, hêzên me derb li wan jî dan. Di vê çalakiyê de 9 esker hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî derbên giran ên hêzên me, xwestin bi gelek wesayîtên zirxî êrişî qada çalakiyê bikin. Hêzên me derb li van wesayîtên zirxî jî dan û ev wesayît ji qadê dûr ketin. Artêşa Tirk a dagirker piştî demeke dirêj bi gelek ambûlansan hat û eskerên xwe yên kuştî û birîndar ji qadê derxînin. Hêzên me bi silametî vegeriyane baregehên xwe.”
ANF / BEHDÎNAN
Ji bo malbata Bîlen gerîla wê hesab bipirse
HPG’ê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku li Silopiyayê birayên bi navê Servet û Diyar Bîlen ji aliyê artêşa Tirk ve pilankirî hatine qetilkirin. HPG’ê got, di serî de ev bûyer, gerîla wê ji ber êriş, qetlîam, zext û êşkenceyên dewleta Tirk, hesab bipirse. HPG´ê di daxuyaniylê de got, ji ber çalakiyên gerîla yên di navbera gundên Silopiyayê Xinis û Girê Nasir de ku tê de wesaîteke rêyên ewlekeriyê çêdike û wesaîteke kontrayan hatibûn rûxandin, dewleta Tirk ev komkujî kiriye: “Artêşa TC a dagirker heta 5’ê Gulanê paşmayên wesayîtan hê ji cihê bûyerê nerakiribûn, heman rojê piştî ku paşmayên wesayîtan hildan li navbera Gundê Çemka û Zêtkê ya Silopyayê mayînek bi cih kiribûn. Artêşa dagirker a TC’ê ya ku mayîn bi cih kiribû, bi zanabûn û plankirî bi wesayîta du welatiyên me yên welatparêz ên bi navê Servet û Diyar Bîlen de teqandin. Di encama vê plana nemerdane de Servet û Diyar ên bira şehîd bûne.
Piştî çalakiyên serketî yên gerîlayan ên demên dawî li dijî dagirkeriyê, dewleta TC’ê dîsa lîstikên nû xistine dewreyê welatiyên me yên sivîl dike hedef. Artêşa TC’ê ya qirrker bi zanabûn û rêxistinkirî pêşeng, welatparêz û hemû gelê me dike hedef.
Weke HPG´ê, em ê hesabê her cûre êrişên nemerdane yên dewleta Tirk a faşîst, dîsa qetlîam, êşkence û zextên li ser gel, bipirsin.
Li ser vî bingehî em sersaxiyê ji malbata Servet û Diyar û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.”