Jinên li Binarên Qendîlê bi dirûşma “Têkoşîna jinan xwebûn, berxwedan û azadî ye” xwe ji şahiya 8’ê Adarê re amade dikin.
Tevgera jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi wesîleya 8’ê Adarê roja jinên cihanê, li gundê Enzê daxuyanî da çapemeniyê, di serî de jin her kes vexwendin şahiya 8’ê Adarê ya li Binarê Qendîlê.
Daxuyanî ji aliyê endama Encûmena Tevgera Azadî mamoste Qemer Resûl ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Bi navê RJAKê em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Rêberê mirovahiyê li Rêber Apo, li tevahî jinên cîhanê û jinên Kurd pîroz dikin.
Jinan di dîrokê de heya roja îro, ji bo gihiştina mafên xwe yên rewa gelek şehîd dane. Weke Kilara Zetkîn, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelef, Ruheyv Silêmanî, Zîlan Pepule û h.w.d
Em bang li tevahî jinên cîhanê û jinên Kurdistanê dikin ku li dijî tûndîtîjî, kuştin û dest dirêjiya li ser zarok û jinan xwedî helwest û têkoşîn bin.”
Li gorî daxuyaniyê şahî wê 6’ê Adarê li Binarê Qendîlê gundê Derekotr pêk were û bang li jinan hemûyan hate kirin ku tevlî bibin.
ROJNEWS/BINARÊ QENDÎLÊ