Xizmetguzariya Şaredariya Binarê Qendîlê dewam dike ku herî dawî şaredariyê rêyên 13 gundan  çêkirin. Hevserokê Şaredariyê û welatiyên gund jî ji hikûmetê xwestin ku ji wan re van rêyan asfalt bikin. 

Şaredariya Binarê Qendîlê ji 15’ê Hezîrana 2017’ê ve dest bi çêkirina rêyên gundên Kortek, Dola Şaroş û Suredê yên Binarê Qendîlê kir. Ev proje rêya 13 gundan dihewîne. Têkildarî xebatên şaredariyê, Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Mihemed Hesen got, “Di werza Zivistanê de hatin û çûna rêya sereke ya Kortek, Suredê û gundên din gelek zehmet e. Ji ber wê me li ser daxwaza welatiyên Binarê Qendîlê, bi erkê xwe rabûn, me ev rê çêkir.”

Hesen diyar kir ku firehkirina rêyê bi qasî 10 km ye û got, ”Heta niha kar baş birêve diçe û gelê deverê jî karê şaredariya Binarê Qendîlê baş pêşwazî dike.”

Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîl bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di dema temam bûna rêyan de, ji bo pirsgirêkên sereke yên gundiyan werin çareserkirin, erkê qêrkirina van rêyan bigire ser xwe.

 

Hikûmet divê bi erka xwe rabe

Li ser xebata Şaredariya Binarê Qendîlê, welatiyekî bi navê Ehmed Ebdullah jî got, “Erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku ji bo qêrkirin û temam kirina vê riyê, alîkariya Şaredariya Binarê Qendîlê bike.” 


 ROJNEWS/QENDÎL