BÊRÎTAN MEDUSA/HÊVÎDAR HERANÎ

ANHAQAMIŞLO

Niştecihên hinek taxên Qamişlo ji kêmbûna avê gazincan dikin. Rêveberiya Komîteya Ava Vexwarinê ya Herêma Cizîrê jî diyar kir ku ji ber kesên bi qaçaxî avê dibin, nebûna ceyranê, polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û xerckirina zêde ya avê ji aliyê welatiyan ve çareserkirina pirsgirêkê zehmet dibe.

Yek ji pirsgirêkên girîng ên bajarê Qamişlo jî nebûn, an jî kêmbûna avê ye. Bi taybet li hinek taxên wekî taxa Cûdî (Qanat Swês), Hilko û Cirnikê. Li van taxan av kêm e yan jî hin caran nîne. Kêmbûna avê gel bêzar dike û ev jî dibe sedemê nerazîbûna gel.

Ava Qamişlo ji 3 navendan tê, yek ji stasyona avê ya Sefan a Dêrikê, ya din ji stasyona Hilêliyê û stasyona Hewacê tê. Di heman demê de ji 12 bîrên li rojhilatê Qamişlo û bîrên derdorê Çemê Çeqçeq jî av tê navenda Qamişlo. Li gel ku ji 3 stasyonan av tê Qamişloyê jî pirsgirêka avê derketiye.

‘Ji ber tunebûna ceyranê em nikarin avê bigirin’

Şêniyê taxa Cirnikê yê bi navê Dilgeş Xelîl pirsgirêkên avê yên taxa xwe vegot. Xelîl diyar kir ku sedema nebûna avê li taxa wan kêmbûna ceyranê ye û got: “Taxa me avê ji bîrê digire. Carinan 24 saetan saetek yan jî 2 saetan ceyran tê. Wê saetê jî carinan nîvê şevê tê. Gel bê av dimîne. Rast e ceyrana jenetoran heye, lê ceyrana jenetoran têra derxistina avê nake. Ji bo wê jî gel bê av dimîne.”

Jina bi navê Emîna Remezan a ku li taxa Cûdî rûdinê diyar kir ku av li Qanat Swês kêm e. Emîna dest nîşan kir ku 3 rojan av tê, 4 rojan nayê û got: “Dema av tê jî ceyran tineye. Ji bo wê jî em nikarin avê bigirin.”

15 rojan tax bê av ma

Kesê bi navê Xidir Ebas jî li taxa Hilko diyar kir ku ev 15 roj in ava wan nayê û gazinên xwe wiha kirin: “Min bi temenê xwe yê 60-70 salî av bi bîdonan dikişand û 500 metre dimeşiyam. Me av ji taxên derdorê dianî. Ava vexwarinê nayê. Me gelek zehmetî kişandin.”

Yek ji taxên ku pirsgirêka avê lê heye taxa Hilko ya girêdayî Kornîş e. Ji ber pirsgirêka xetên qaçax ên avê av qut bûbû û 15 rojan av nediçû ji gelê taxê re. Ji beriya çend rojan Mala Gel a Xerbî, Komîna Şehîd Lewend û rêveberiya ava vexwarinê li ser mijarê rawestan û ev 3 roj in av diçe taxê.

‘Av bi rêk û pêk nayê xerckirin’

Berpirsyarê Komîteya Ava Vexwarinê ya Herêma Cizîrê Kawa Ebdo derheqê pirsgirêk û çareseriya ava vexwarinê ya bajarê Qamişloyê de agahî dan. Kawa diyar kir ku mijara ava vexwarinê berpirsyariya wan û hemû niştecihên Qamişlo ye û wiha got: “Piştî ku şer li herêmê çêbû, wek hemû tiştî xetên avê, stasyon û sed jî xira bûn. Heta niha tişta ku dikeve ser milê me, me çareser kiriye.” Kawa da zanîn ku yek ji pirsgirêkên mezin ku dibe sedema nebûna avê pirsgirêka ceyranê ye û wiha pê de çû: “Gelek caran ji ber ceyranê av nayê. Gelek caran jî pirsgirêk di xetan de çêdibin û bi rojan av nagihîje taxan. Hinek cih hene ku li dawiya şebekeya avê ne, ji ber bê rêk û pêk xerckirina avê av nagihîje gel.”

Qamişlo du qatî li gor hêza xwe koçber hewandine

Kawa destnîşan kir ku bajarê Qamişlo hêza xwe ya rakirina şêniyan 500 hezar kes e, lê ji ber şerên li herêmê niha li Qamişlo bi sed hezaran kes li bajarê Qamişlo hene û wiha axivî: “Qamişlo gelek koçber hewandine, ji ber firehbûna bajar pirsgirêkên avê derdikeve.”

Polîtîkayên dewleta Tirk

Kawa bal kişand ser bandora polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û wiha pê de çû: “Ji sedî 70 pirsgirêkên me yên avê ji ber polîtîkayên dewleta Tirk in. Dewleta Tirk çemê Sefan ê ku herêma Cizîrê jê av digirt qut kiriye. Di heman demê de çemê Çeqçeq jî kiriye kanalîzasyon û em nikarin avê ji wir bigirin. Dewleta Tirk ne tenê li ser erdê, di heman demê de di bin erdê de jî şerê me dike.”

‘Em ji gel hêvî dikin ku avê bi hişyarî xerc bikin’

Kawa destnîşan kir ku li herêmê av bi rêk û pêk nayê xerckirin, dema av tê gel hetanî ber deriyê xwe jî dişo û bi saetan ava wisa diçe erdê û wiha bang li gel kir: “Em hêvî dikin, dema av tê bila gel pir bi hişyarî avê xerc bike. Ji bo taxên cîranên wan bê av nemînin. Divê gel jî alîkariya me bike, ev ji bo qenciya me hemûyan e.”