Li navçeya Bismîlê ya Amedê ji bo sertîfîkadayîna xwendakerên ku ji atolyeyên Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) mezûn bûn li Navenda Çandê ya Aram Tîgran şahiyek hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên sivîl û xwendekar beşdarî şahiyê bûn. Nûnerê KURDÎ-DÊR’ê yê Bismîlê Şahab Baran di şahiyşê de axivî û got ku Rêberê PKK’ê di Newroza 2013’an de pêvajoya aştiyê daye destpêkirin û wiha berdewam kir: “Lê ligel ku saleke zêdetir dem derbas bûye jî hikûmeta AKP’ê ji bo ku pêvajo pêş bikeve tu gav neavêtiye, beravajî vê yekê astengiyan derdixe. Ji bo vê yekê ciwanên Kurd ewil li Colemêrgê niha jî li Licê ji bo ku pêvajo têk neçe bi qehremanî têdikoşin. Ji bo ku qereqol neyên çêkirin, ciwan jiyana xwe ji dest nedin û dayik negirin di nava hewldanê de ne.”
Piştî axaftina Baran zarokan muzîk û helbest pêşkêş kirin.
Piştre jî ji bo xwendekarên ku ji atolyeyên ziman mezûn bûne sertîfîka hatin dayîn.
AMED