Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî panelê bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û rojnamevan Dûygû Yildiz weke qiseker li panelê amade bûn.
Yildiz da xuyakirin, ku ji ber “qedexeya derketina derve” ew nikarîbû hefteyekê ji navçeya Sûr a Amedê derkeve û got, “Ez yek ji wan rojnamevan bûm ku ewilî çûn Cizîrê. Gelek caran hatim binçavkirin û gef li min hat xwarin. Ji ber vê yekê gelek rojnamevan, nivîskar û akademîsyen mîna min neçar man li derveyî welat bimînin.”
Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz jî destnîşan kir, ku Ewropa û Neteweyên Yekbûyî li pêşberî wehşeta li Cizîrê bêdeng man e û nerazîbûn nîşanî vê bêdengiyê dan.
BRAÛNSCHWEÎG