Merasîma bîranînê ji aliyê Komîteya Bremenê ya Malbatên Şehîd û Windahiyan ve hat organîzekirin. Di şexsê endamên Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan Erdal Nûda (Erdal Yildiz), Harûn Raman (Bûrak Bogakan) û Botan Canfeda (Denîz Ûçkûn) ên di 10'ê Tebaxê de li hemberî Navenda Polîsan a Fatîhê ya li navçeya Stenbol Sûltanbeyliyê çalakiya fedaî pêk anîn û gerîlayê HPG'ê Mûrat Barûndûk (Têkoşer Mîrzan) ê li herêma Kûrûdere ya li ser rêya bejahî ya Çewlik-Elezîzê de di şer de jiyana xwe ji dest da, hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê yên meha Cotmehê hatin bîranîn. Piştî axaftinan peyama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê hat xwendin. Dûre ji meleyên Seîd Kurdî Eşref, bi beşdaran re ji bo cangoriyan dua xwend.

Gerîlayê HPG'ê Kemal Ozsonmez (Cîhan Sînemîlî-Cemo) li Baselê hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de dilsoziya bi cangoriyan re hat destnîşankirin.

Gerîlayê HPG'ê Kemal Ozsonmez (Cîhan Sînemîlî-Cemo) ku di bomberdûmana artêşa Tirk de roja 27'ê Tebaxê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Swîsre Baselê ji aliyê bi dehan kesan ve hat bîranîn. 


 BREMEN/BASEL