Ji bo Êzîdiyên Bremenê û derdorê wê, ji aliyê Navande Çandê ya Êzîdiyên Bremenê û Derdorê wê ya girêdayî Federasyona Komelên Êzîdiyan (FKÊ) e, li salona dawetê Shutzenhalle Betonstarsse ya li taxa Fargeyê, pîrozbahiyek hat lidarxistin.
Bernameya pîrozbahiya pêşkêşvaniya wê ji aliyê Veysî Akan û Menîce Gunay ve hat pêşkêşkirin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên 73 fermanên Êzîdiyan û yên têkoşîna azadiya Kurdistanê bernameya cejnê bi pêşkêşkirina qewlekî Êzîdiyan a ji aliyê Koroya Zarokan ve dest pê kir.
Dî pirozbahiya têde Serokê YEK-KOM'ê Yüksel Koç, Serokê Meclîsa Gel a Bremenê Saît Bîlgîn, Endamê KNK'ê Cercur Cemîl, Serokê Yekîtiya Ciwanên Şerfedî Xidir Elî, Mamosteyê dersên Kurdî Emîn Akbaş û zêdeyî 500 kesî amade bûn peyamên pîrozbahiyê pêşkêşkirin. Di peyaman de li ser girîngiya pêvajoyê, pêwîstiya yekîtiya navxweyî, xweşbîniya olên Kurdîstanî hat rewastandin û hêviya aşîtiyê û biratiyê hat kirin.
Her wiha di peyamên hatin dayin de bûyêr û êrîşên di van rojên dawî de li başûrê Kurdistanê li himberî Êzîdiyan û mesihiyan rûdidin û kuştina Suzana 13 salî ji aliyê bavê wê ve hatin şermezarkirin.
Piştî merasima tewafa li xerqe û berata Şêx Adî ya ji aliyê Şêx Ahmet Calî ve û bi xwendina Qewlê Şîx Adî ji aliyê Mamoste Emîn ve, hate birêvebirin, xwarin û vexwarinên ji aliyê xêrxwazan ve hatibûn amadekirin, ji mêvanan re hatin pêşkêşkirin.

Di beşê çandî yê pîrozbahiyê de, hûnermend Necmedîn, Bişar û Koma Rizgar, Elî Cemîl, Îdris Bagok, Xemdar û Dilgeş, Sîleman Rengîn cîh girtin û bi stranên xwe beşdar coşandin.Pîrozbahiya cejnê bi govendan heta derengiya şevê berdwam kir. Pîrozbahiyên Cejina Êzî yên ji alîyê saziyên Federasyona Komelên Êzîdiyan ve hatin organîzekirin, doh jî li Bielefeldê û Viesbekê bi girseyî pêk hatin.

BREMEN




Bi bêdengî pîroz kirin

Cejna  Êzî ya êzidiyan li welatên cîhanê bi reng û awayên cûda tê pîrzokirin. Lê li rexmê vê jî êzidiyên li navçeya Qubîna Êlihê dijîn, dest ji kevneşopiyên xwe bernadin.
Nêzî 20 malbatên êzidî yên li gundên Şîmîz, Çinera, Şaxsim, Taharri û Faxira yên navçeya Qubînê dijîn, bê pêjin û di nava bêdengiyekê de Cejna Êzî pîroz kirin.

Şêxê êzidiyan Mûsa Şah dibêje ew di cejnê de cîranên xwe yên misilman pêşwazî dikin û got; “Ji gund û gundikên derdora me hin kes tên cejna me pîroz dikin. Deriyê me ji her kesê ve vekirî ye. Dema birayên me yên misilman jî têne cejna me, em pir keyfxweş dibin.” 

QUBÎN