Girseya gel a ji bo pîrozkirina vê serketinê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kom bû, pêşî ji bo cangoriyên Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo, deqeyek rêz hate girtin. Girseyê piştre li ber muzîkê govend gerand. Di pîrozbahiyê de nûnerên PYD’ê yê Bremenê Serzat Seyîd Elo axivî.
Elo da zanîn ku ew keç û xortên Kurdistanê yên li Rojava jiyana xwe ji bo gelê xwe canê xwe feda kirine bibîr tînin û got: “Em soza xwe ya dilsoziya bi têkoşîna wan re careke din dubare dikin. Piştî azadkirina Kobanê, Girê Spî hat azadkirin. Ev ne tenê encamên leşkerîne, di heman demê de encamên siyasî ne.”
Serokê NAV-DEM’ê yê Bremenê Saît Bîlgîn jî di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku divê ew hêjayî mîrateya cangoriyan bin û xwedî li van qezencan bê derketin. Piştî axaftinan Koroya Zarokan a Rojava, hunermed Tûncer Yalçinkiliç, Ozgur Comert, Xalit Agirî, Hamîd Bahoz û Adem Habes derketin ser dikê.
ANF/BREMEN