AZÎZ ÇÎFTÇÎ/BREMEN
Şagirtên serdema perwerdehiya 2017-2018’an li deh dibistanên Eyaleta Bremenê beşdarî dersên Kurdî bûn, bi wergirtina bawernameyên xwe, ketin betlaneya havînê.
Li Eyaleta Bremenê ya ji sala perwerdehiya-1992-93’an ve bênavber dersên Kurdî wek “Dersa Zimanê Dayikê” fermî tên dayin.
Di vê sala perwerdehiyê de ya 27’ê Hezîranê bi dawî bû, ji aliyê endamên Rêveberiya Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpayê Mamoste Emîn Akbaş û Mamoste Ronî Stêrk ve li 10 dibistanan dersên Kurdî bi awayekî serkeftî hatin dayin.
Bi tevahî 213 şagirt
Di vê salê de li 10 dibistanan, di 30 grûban de, bi tevahî 213 şagirt bi kêfxweşiyeke mezin beşdarî dersan bûn.
Li Eyaleta Bremenê hemû şagirtên beşdarî dersên Kurdî dibin, li gorî rewşa rêbaza dibistana wan ya nirxandina dersan, an notên hijmarî an jî kurteraporeke di derbarê bipêşveçûna şagirtan ya di dersa Kurdî de werdigirin.
Serketineke baş heye
Mamosteyê dersên Kurdî Emîn Akbaş got: “Ez ji sala perwerdehiya 1992-93’an bê navber li dibistanên Bremenê dersên Kurdî didim. Di vê sala perwerdehiyê ya îro (27ê hezîranê) bi dawî bû de, min li pênc dibistanên seratayî, di 13 koman de, ders da 100 şagirtên polên 1’ê heta 4’an. Hemû jî serast û bi kêfxweşiyeke mezin beşdar bûn. Ji van 33 kes perwende bûn. Ez dikarim bêjim, ku cara yekemîn e, rêjeya beşdariya serast gihişte asteke wiha bilind ya ji sedî sed. Ev rêje hêzeke mezin ya zêdekirina kar û xebatên min yên perwerdehiya ji bo salên tên, dide min.“
Saleke din li van dibistanan
Akbaş diyar kir ku ewê sala bê jî dersan bide û got: “Li gorî hijmara zarokên heta roja îro ji bo beşdariya dersên Kurdî hatine nivîsandin, ezê di sala perwerdehiya 2018-19’an de, li van çar dibistanan dersan bidim; Schule am Wasser (Grohn), Schule an der Grambker Heerstrasse (Grambke), Schule an der Robinsbalje (Huchting) û Schule Kirchhuchting (Huchting).”
Ji bo hewceriyên nû danûstendin
Mamoste Ronî Stêrk jî diyar kir ku wî di vê sala perwerdehiyê de li 5 dibistanan û di 17 koman de, ders daye 113 şagirtan û wiha axifî: “Li gorî hijmara zarokên heta roja îro ji bo beşdariya dersên Kurdî hatine nivîsandin, ezê di sala perwerdehiya 2018-19’an de li van pênc dibistanan dersan bidim. Her wiha em li vir ji bo dibistanên din ên ku hewcêdariya dersên zimanê Kurdî li wir heye, li gel Senatoriya Zarok û Perwerdehiyê di tekiliyê de ne. Armanca me ew e; dibistanên ku li wir hejmarên şagirtên kurd gelek in, dersên zimanê kurdî jî hebe. Ne tenê di dibistanên serete herwiha di dibistanên lîseyê de jî (Oberschulen) ji bo dana dersên Kurdî hewldanên me berdewam dikin.“