Li ser banga Komîteya Piştgiriyê ya Kurdistan- Emerîkaya Latîn, gelek kes li meydana Obelîsco hatin cem hev, îlanên xwerêveberiyên li Cizîr, Gever, Sûr û Elkê hatin silavkirin û terora hikûmeta AKP'ê hat şermezarkirin. Hejmara çalakgeran bi beşdariya komên hawirdorparêz re 2 hezarî bihurî. Di çalakiyê de berdevkên Komîteya Piştgiriyê û nûnerên Tevgera Jinên Kurd jî axivîn.

Di axaftinan de bang li gelên Arjantîn û tevahiya Emerîkaya Latîn hat kirin ku destekê bidin Tevgera Kurd a li dijî DAIŞ û AKP'ê têdikoşe.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên "Bimirine dewleta faşîst a Tirk", "Bijî Berxwedana Cizîrê" û "Bijî Şoreşa Rojava" hatin gotin. 


 BUENOS AIRES