Li hemberî rageşiya ku li vî welatî berdewam dike, rastperestan bang kir ku artêş bikeve dewreyê.
Li gor daxwiyaniya polîsên Îngilîz belav kir, di serî de London li bajarên mezin ên Îngilistanê di çar rojên dawî de zêdeyî hezar kesî hatine binçavkirin.
Londona ku şeva berê bê bûyer derbas kir heta niha 770 kes hatine binçavkirin; li beramberî bûyerên li Londonê diqewime 16 hezar polîs li kolanên Londonê hatine peywirdarkirin.
Şevên Sêşem û Çarşemê di serî de bajarê Manchester a li bakurrojava dikeve, li Birmingham a li navendê dikeve, li Liverpool û Salford ên li bakurrojavayê dikeve, li bajarên Bristol û Gloucester ên li başurrojavayê vî welatî dikeve bûyerên talan û tundûtûjiyê qewimîn.
Li Manchester bi sedan xwepêşander daketin kolanan û xwepêşandan li dar xistin, maxeze dan ber agir, camên kargehan şikandin û hin dikan talan kirin. Polîsên cihkî ragihand ku li vî bajarî heta niha 108 hatine binçavkirin.
Hat ragihandin ku derdora 100 xwepêşander jî li Birmingham û banliyoyên wê, bi dehan kes jî li Nottingham, Liverpool û Gloucesterê hatine binçavkirin.
‘Polîs nikare bûyeran bide sekinandin divê artêş jî bikeve dewrê’
Serokwezîrê Îngilistanê David Cameron diyar kir ku bergiriyên li Londonê girtine, sûdbexş bûne û ger pêwîst bike dê ava şid jî bi kar bînin. Cameron da zanîn ku derdora 10 hezar Polîsên ji bajarên derdorê anîne, heta ku pêwîstî pê hebe dê li bin.
Partiya Neteweyî ya Îngiliz a rastperest/rastrew Nick Griffin got ku polîs nikarin der heqê bûyeran de der bê û divê artêş bikeve dewrê.
LONDON