Ahmet Farqîn diyar kir ji bo qeydên serdema nû heta niha hezar û 200 ciwan serî li kursan daye û wiha got: „Kursên ku ji serdema berê maye de niha 150 zarok perwerde dibîne. Hem ji bo ciwanan hem jî ji bo zarokan di polên me perwerdeya amûran tê dayîn. Çand û hûner di welatên Kurdan de li Mezopotamyayê derketiye holê. Ji ber vê yekê me ji bo serdemekî nu qeyda kursan vekir. Di 9'ê tebaxê de bi temamî dê em dest bi kursên xwe bikin. Ji bo ciwan û gelê me deriyê me her tim vekiriye. Heke bixwazin dikarin di xebatên me de cîh bigirin û tevlî kursên me bibin. Em li benda zarok û ciwanên xwe ne. Bila ciwanên me ji vê rojê pê de xwedî li çand, dîrok û zimanê xwe derkevin. Divê em qada çand û hûnerê di nav welatê xwe de xûrt bikin."
Farqîn anî ziman ku li Amedê saziyên wan yên ku xebatên çand û hûnerê dikin gelek hene û divê tevî ciwan di nav xebatên çand û hûnerê de cîh bigirin.
Farqîn da zanîn ku gava ew îro li kuçeyên Amedê mêze dikin, tiştên ku naxwazin bînin ziman diqewime û wiha axivî "Bi destê dewletê ciwanên me dikevin nav qirêjiyên wek tiryak, fihûş û diziyê. Ji bo ku em ciwanên xwe ji nav vê qirêjiyê derxin bar dikeve ser milên me. Divê me tax tax û kûçe kûçe bigerin van tiştan ji gelê xwe re qal bikin. Encax em bi tevlîbûna xebatên çand û hûnerê dikarin ciwanên xwe ji van qirêjiyan derxînin. Pergal dixwaze ciwanên me ji nasname û çanda xwe dûr bixe. Divê em li hember van polîtîkayan derkevin. Bersiva me ya herî mezin ji pergalê re xwedî derketina çand û hûnera Kurd e. Divê her saziyên me deriyên xwe li ciwanên me vekin."
DÎHA/AMED