Pîrozbahiyê Newrozê li Danîmarka, Awûsturya, Skoçya, Polonya, Norweç û Îtalyayê bi şahiyan hate pîroz kirin. 

Li bajarê Awûstûrya Bregenzê Newroz hat pîrozkirin. Hunermend Cîhan Çelîk, Bengî Agirî û Gulseher jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.


'Divê PKK ji lîsteya terorê derkeve'

Pîrozbahiya Newrozê duh li paytexta Danîmarka Kopenhagê pêk hat û siyasetvanên Danîmarkî gotin, divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.  Kobane Støttefond (Fona alîkariya ji bo Kobanê) a ku nû li Danîmarkayê hatiye avakirin, hate nasandin, û ji bo wê stand hate danîn. Selîm baran li ser navê fonê axivî û axaftinek têkildarî pêvajoya li Kobanê kir. 


Li Skoçyayê coşa Newrozê

Li paytexta Skoçya Edînbûrgê, bi sedan Kurdistanî li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin. Parlamenterên Partiya Scotish Labour Hanzala Malîk, Sheîla Gîlmore û Alîkara Şaredarê Edînbûrghê Baîlîe Aîtken destek dan şahiyê.


Li Polonya û Norwêcê şahî

Li bajarê Polonya Varşovayê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Akademîsyen û xwendekarên Polonyayî jî di pîrozbahiyê de axivîn û nêrînên xwe anîn ziman. Di pîrozbahiyê de, Koma Hezex û ji Çarnewa Silêman derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Li paytexta Norwêc Osloyê, Kurdan li semta Manglerûdê Newroz bi coşeke mezin pîroz kir.  Bêrîvan, Rûbar Şîno, Erol Berxwedan, Nebez û Dunya Makuryanî, koma zarokan a Koma Şehîd Dilxwaz û Ferhad Kanat derketin ser dikê.


Newroz li Îtalyayê hat pîrozkirin

Li bajarê Îtalya Mîlano, Newroz hat pîrozkirin. Li vir sînevîzyonek hat nîşandan.Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplandi pîrozbahiyê de bal kişand ser hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, "Pirsgireka me ya bendê nîne. Me bend derbas kirine. Benda afirînerên 12'ê Îlonê jî wê nikaribe wan rizgar bike." Pîrozbahiya ku nêzî 2 hezar kes lê amade bûn de bi stran û govendê bi dawî bû.


 NAVENDA NÛÇEYAN