Tevî hin hewldanên nû ji bo ceribandina riyên çareseriyê tên kirin ji alî meydanî ve rewş her ku diçe ber bi talikeyeke mezintir de diçe û hejmara kuştiyan a 24 seatên dawî giha 190 kesî. Bê guman wekî her roj piraniya wan dîsa ji sivîlan bûn û di encama şerê di navbera artêşa rejîmê û komên çekdar de hatine kuştin û herî zêde jî sivîl di encama topebaranê rejîmê ya bi balafirên şer tên kuştin.
Şerên her dijwar van rojên dawî ji bilî Helebê li derdora Şamê, Idlib û Derayê dîsa şerên dijwar diqewimin. Li Helebê komên muxalefeta çekdar êrîş birin ser balafirgeheke leşkerî ya ezmanî û ji bo ku vê bargehê nexin destê xwe ji alî balafirên şer ên rejîmê ve hatin gulebarankirin.
Ji aliyekî din ve li Qahîreyê hevdîtineke girîng di navbera nûnerê Neteweyên Yekbûyî El Exder El Ibrahîmî, sekreterê giştî yê Komakara Ereban Nebîl El Erebî û wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavarov de çêbû.
Îbrahîmî bang li hêzên navnetewî kir ku Konseya Ewlekariyê biryareke navnetewî li ser lihevkirina derbarê avakirina hikûmeteke demî de derxîne. Ew lihevkirina ku di meha hezîranê de hatibû pêşinyarkirin dikare bibe hêviyek ji bo sekinandina vê xwîna kut ê rijandin.
Di heman hevdîtina bi çapemeniyê re Lavarov jî got ku hewcedarî bi biryareke wiha tune ye û divê pêşî aliyên ku alîkariya çekan didin komên şervanên muxalefetê ew wê pişygiriya xwe rawestînin.
Di heman civînê de Nebîl El Erebî got ku wan li ser tiştekî destnîşankirî li hev nekiriye lê her aliyekî pêşinyarên xwe pêşkêş kirin.

Kongreya Dewhayê 

Gelek aliyên muxalefeta Sûriyeyê tevli civîna Dewhayê bûn ku ji nû ve Encumena Niştimanî ya Sûriyeyê were avakirin. Hin aliyên muxalefeta hundirîn jî wekî Konseya Kordînasyona Niştimanî (Heyet el tensîq) neçûn vê kongreyê. Kongre bi rengekî sereke ji bo nîqaşa pêşinyara muxalifê serbixwe Riyad Sêf li hev civiyaye. Li gorî pêşinyara Riyad Sêf li şûna Encumena Niştimanî ya Sûriye, Heyeta Hewldana Niştimanî ya Sûriye bê avakirin û navenda wê li Umanê be.
Gelek dengên nerazîbûna li dijî Encumena Niştimanî di qada netewî û navnetewî de bilind bûn û bi taybetî jî piştî ku rê li ber gelek komên çekdar vebû û misilmanên radîkal lig elek deverên vî welatî sûcên şer kirin. Bi derketina dîmen û wêneyên van komkujiyan re di nava raya giştî de ev pirs derkete pêş gelo çi ferq di navbera van hovîtiyên ku komên çekdar dikin û komkujiyên leşkerê rejîmê de heye.

3 Kurd hatin kuştin 
Ji aliyekî din ve alzoiya li Helebê di navbera hin komên ku xwe ser artêşa azad dihesibînin û hêzên parastina gel de, niha hinekî rawestiyaye. Bi taybetî jî piştî ku artêşa azad da xuyakirin ku rêvebera YPG Nûjîn Dêrik nehatiye kuştin. Piştî vê nûçeyê hin hevdîtin di navbera aliyan de çêbûn û tê payîn ku Nûjîn Dêrik lazad bikin li hemberî radestkirina 7 dîlên koma çekdar ên di destê hêzên YPG de ne.
Li gorî nûçeyek ajansa Firatê beşê Erebî, roja şemiyê di encama topbaranên rêjîma Beşar Esed bo ser taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd yên Kurdnişîn de li taxa Eşrefiyê 3 welatiyên Kurd hatin kuştin her wiha di encama topbarêanan de li taxa Şêx Meqsûd a Kurdnişîn jî ziyanek madî gihîşte xanî û malên welatiyên Kurd.
Hêjayî gotinê ku piştî ku Artêşa Azad û Civata Leşkerî a Kurdî û Yekîneyên Parastina Gel li bajarê Helebê civiyan û li ser çend xalan li dijî rêjîma Sûriye û çawaniya berfirehkirin û pêşxistina Sûriye li hevkirin, hêzên rêjîma Esed êdî berê xwe daye lêdana alî û welatiyên Kurd. 

ŞAM