Gerîlayên HPG’ê li navçeya Colemergê Çelê û li Girê Xwedê yê li herêma Barzanê derbên giran li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyan de herî kêm 10 eskerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, gerîlayên HPG’ê doh li dijî qereqola Geman a navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke bi bandor kir. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 8 eskerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin. Li aliyê din gerîlayan wesayîteke Amarok û wesayîteke Kirpî ya dagirkeran jî rûxand.
Heman rojê gerîlayên HPG’ê li Girê Xwedê ya herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê çalakiyên sekvaniyê lidarxistin. Hate ragihadin ku di çalakiyan de 2 eskerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Dema ev nûçe dihat amadekirin, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyan hîna daxuyanî nedabû.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN