Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li dijî eskerên li girekî Çelê bi cih bûbûn, çalakiyeke bi bandor kiriye.
HPG´ê bi daxuyaniyê got, “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 15’ê Cotmehê saet 16:00’an li dijî Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê, çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de derb li çeper û kozikên eskerên li gir hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.” HPG´ê da zanîn ku piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê agir bi daristanê xistiye.
HPG´ê wekî din got, 1’ê Cotmehê saet 11:30’î artêşa Tirk a dagirker li deverên Çelê Reş, Firat Beyas û Tirşînê yên Herêma Faraşînê ya ser bi navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyonê kiriye. HPG´ê hişyer kir ku operasyon dewam dike û yekîneyên veşatî yên artêşa Tirk a dagirker li herêmê kemînan datînin.
ANF/BEHDÎNAN