Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, derbên giran li artêşa Tirk xistine û got: “Hêzên me 11’ê Hezîranê saet 10:00’an, li dijî çeperên leşkerên artêşa Tirk a Girê Koordîne ya navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Di encamam lêxistina xurt a hêzên ma li çeper, konteynir û leşkeran de, konteynira ku cebilxane li nav bû hate îmhakirin, her wiha gelek çeper jî hatin rûxandin. Di çalakiya qasî saetek dom kir de 10 leşker hatine kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk saet 11:20’an, derdorî xwe bi balafirên şer, obus û hewanan bomberdûman kirine. Dîsa leşkerên Tirk bi skorsky kuştî û birîndarên xwe ji gir rakirin.

Hêzên me disa di çarçoveya heman çalakiyê de 11’ê Hezîranê saet 09:45’an de hêzên me yekîneyên girêdayî artêşa Tirk a li derdorî Girê Şehîd Zekî yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê kirin hedef. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin.”

Leşkerên bi hewarê ve hatin kirin hewar 

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li dijî baregeha leşkerî ya Gabar a TRT’ê çalakiyek li dar xistine û got: “11’ê Hezîranê saet 08:40’an, li dijî Barageha Leşkerî ya Gabar a TRT’ê ya li girêdayî Gabar a Şirnexê çalakiyek lidar xistine. Hêzên me li vir ji sê baskan ve çeper û kozikên leşkerên Tirk kirin hedef, her wiha yekîneyên ku bi hewara leşkeran jî hatin ew jî bûn hedefa gerîlayan. Di çalakiya ku şerkî dem kurt rû da de, gelek çeper hatin derbkirin, bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin.

Her wiha di 11’ê Hezîranê saet 10:00’an hêzên me li devera Poîraşînê ya di navbera navçeya Çelê ya û navenda Colemêrgê xwestin wesayîtekî kontra li nav bûn bidin rawestandin. Hêzên me yên ku xwestin wesayît raweste, li ser nerawestînê gule li ser reşandin; di encamê de wesayît ji rê derket. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên kontra nehatin zelalkirin.”

‘Hevalekî me dîl hatiye girtin’

Li ser bûyerên li Henê jî diyar kir ku hevalekî wan bi birîndarî ketiye destê dijmin û got: “6’ê Hezîranê saet 22:00’an, hêzên me li derdorî Gundê Dernan ê girêdayî Hênê ya Amedê rastî leşkerê artêşa Tirk hatine, li vir şer rû daye. Piştî şerê ku qewimî, balafirên şer û helîkopterên Kobra qad bomberdûman kiriye. Di encama bomberdûnanê de hevrêyê me Qehreman bi birîndarî dikeve destê dijmin. Artêşa Tirk 7’ê Hezîranê li qadê dest bi operasyonê kirine, operasyon heman rojê saet 20:00’an vekişiyaye.

Êrîşî sivîlan dikin

HPG’ê anî ziman ku li artêşa Tirk li Madûra derketiye operasyonê û wiha pê de çû: “11’ê Hezîranê saet 08:10’an, artêşa Tirk bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov li Madûr a li Herêma Çemço ya navçeya Qaxizman a Qersê dest bi operasyonekê kirine. Hêzên Tirk li Gundê Çîçeklî û Kûpkarê zext û zordariyê li welatiyên gund dike. Her wiha leşkerên Tirk welatiyên ku debara xwe bi lawirvaniyê ve dibin serî, ji zozanan derdixin. Operasyon heman rojê di saetên şevê de bê ku encamekê bigire vekişiyane.

11’ê Hezîranê saet 23:00’an, artêşa Tirk ji qereqola li Gundê Osyan a girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê, bi obus û hewanan welatiyên li hermêa Şehîd Resûl bi cih bibûn bomberdûman kirine.” 


 ANF/BEHDÎNAN