19’ê Kanûnê li navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiyeke gerîla de leşkerekî Tirk hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker li Geliyê Zê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê ket nava tevgerê. Hêzên me li dijî van eskeran çalakiyeke sabotajê kir. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Tevgera dagirkeriyê li herêmê li hin qadan dewam dike.

19’ê Kanûnê, saet di navbera 13:30 û 15:30 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qadên Kalatûka, Tepê Roj, Tepê Zergelê, Bereşê û Şêxan ên herêma Qendîlê barandin.

20’ê Kanûnê, saet di 14:00 balafirên şer bombe li qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zê barandin.

21’ê Kanûnê, piştî nîvro balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada gundê Peraxê yê herêma Heftanînê û qada gundê Sîda yê herêma Zê bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatin.”

 

ANF/BEHDÎNAN