Di daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa Tirk bi qasî hefteyekê her roj li ser cenazeyê gerîlayê ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan kemîn didanîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Di 4’ê Mijdarê de di saet 20.00’an de li navçeya Colemergê Çelê û di navbera qereqola Deştanê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara wendahiyên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, herweha di vê pevçûnê de hevaleke me gihîştiye şahadetê. Piştî pevçûnê ji aliyê hêza faşîst a dijmin ve bi qasî hefteyeke kemîn li ser cenazeyê hevalê me avêtine, nehiştine yekîneyê me cenaze bigirin. Herweha dijmin ev hefteyeke herêma pevçûnê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapê ye bi hewan, tank û obusan bombebaran kiriye. “


Gerîlayekî jiyana xwe ji dest da
Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da wiha ye:“Loqman Poyraz, bi nasnvaê Kemal Dogan, 1983 / Serêkanî, Riha ji dayîk bûye, di sala 2004 / Riha tevil bûye.”
Di daxuyaniyê de ji bo gerîlayê jiyana xwe ji dest da wiha hate gotin; “Hevalê Kemal ê di sala 1983’an li navçeya Riha Serêkaniyê jidayik bûye, di sala 2004’an de tevlî nava refê gerîla bûye. Faşîzm û mêtingeriya dijmin li Kurdistanê pêktianî û ji bo gelê me rewa didît, Heval Kemal ev ferq kiriye û li dijî vê di kesayeta xwe de têkoşerî bi cîh kiriye û di dema mamostetiya matematîkê dixwend dest ji dibistanê berdide û berê xwe dide çiyayên azad û biryardariya xwe ya azadiyê nîşan daye. Hevalê Kemal ê lig elek qadan tekoşîneke serkeftî dimeşand herî dawî li di pevçûneke li navçeya Colemergê Çelê tevlî nava refê nemiran dibe.”   

Der barê bombebaranê de agahî
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê der barê êrişên hewayî yên artêşa Tirk ên li ser herêma Qendîlê de daxuyaniyek da û da diyarkirin ku di encama êrişê de gelek sewalên gundiyan telef bûne. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku herêmên Heftenîn û Metîna jî hatine bombebarankirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê der barê êrişa hewayî ya di 13’ê mijdarê de li ser Qendîlê pêk hat de got; “Di 13’ê Mijdarê de di navbera saet 10.00-16.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêmên Şehîd Savaş, Şehîd Rojhat û derdora gundê Lewcê yên bi ser Qendîlê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrÎşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de gelek sewalê gundiyên Lewcê telef bûye.”
Di daxuyaniyê de têkildarê êrişa hewayî ya li ser Metînayê jî ev agahî hatin dayîn; “3. Di 13’ê Mijdarê de di navbera saet 20.00-21.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Gulka ya bi ser Metîna ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê got; “4. Di 13’ê Mijdarê de di navbera saet 18.00-20.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gundê Keşan û derdora wê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.”


 ANF/BEHDÎNAN