LALEŞ RÊNAS / SEMA GABAR / ANF / MEXMÛR

Ji Hêzên Xweparastinê yên wargaha şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê Ferhan Diderî der barê êrişên dewleta Tirk a li dijî  başûrê Kurdistanê de peyivî. Ferhan Diderî diyar kir ku dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan hemû Kurd û destkestiyên Kurdan ji xwe re kiriye hedef û got, di serî de PDK û Pêşmerge, divê hemû Kurdistanî vê rastiyê paşguh nekin. Em dizanin ku dewleta Tirk a ku êriş birî ser Xakûrkê, Xinêrê, Heftanîn, Metîna, Zê an jî Qendîlê wê qîma xwe bi vê neyîne. PDK bi polîtîkaya xwe zemînê ji vê re çêdike. Desthilata AKP-MHP’ê ku di polîtîkaya navxwe û derve de asê mayî, bi alîkariya PDK’ê, bi êrişa li ser Kurdistanê dixwaze qadekê veke. Berê, me Kurdan hev êşand, me hev birîndar kir, me ziyan dît. PKK, YNK û PDK’ê ji vê zirar dît. Êdî em ne di demeke wiha de ne. Kurd guherîn. Hêzên Kurd jî divê vê yeke baş bixwînin.

Dixwaze Kurdan bera hev bide

Ferhan Diderî balişand ser helwesta xelqê başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê û got: ”Li Şeladizê çi kiribe niha jî divê heman tiştî bike. Dewleta Tirk hem dixwaze dagir bike û hem jî dixwaze Kurdan bi hev bide şerkirin. Polîtîkaya wê ew e, me bera hev bide. PDK divê çavê xwe veke, vê bibîne û bêdeng nemîne. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê polîtîkayeke şaş kir.  Nêçîrvan Barzanî beriya hilbijartinê bi 2 rojan çû Tirkiyê lê AKP di hilbijartinê de têk çû. Desthilata Tirk dixwaze PDK’ê bi kar bîne û bike kujerê birayê xwe. Qîma xwe tenê bi PKK’ê nayîne, hemû destkeftiyên Kurdan dike hedef. Dewleta Tirk ji bo  hemû Kurdan gefeke mezin e.”

Destê xwe ji vê xiyanetê bikişîne

Ferhan Diderî di dawî de got: ”Kurd li Rojhilata Navîn hêza sisiyan e. Ê ku DAÎŞ têk birî û di hilbijartinan de bi Erdogan da windakirin Kurd in. Ji bo Kurdan hê taloke neqediyane divê yekîtiya netewî çêbibe. Li cem dijmin Kurd her yek in, ti cihêtiya wan tine û wan dike hedef. Dema referandûmê gotinên ku Erdogan û dewleta Tirk ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê gotî, heqeratên wan ên li Barzanî têne bîra me. Divê pêşmerge jî vê ji bîr neke. Divê pêşmergeyên ku bi salan e şehîd didin, xizmetê dikin neyên vê lîstikê. Bi dijmin re hevkarî nabe. Em hêvî dikin ku PDK destê xwe ji vê xiyanetê bikişîne.