
Hevseroka Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kir, nêzîkatiya li Cenevreyê hatî nîşandan wê krîza siyasî ya li Sûriyeyê kûrtir bike û destnîşan kir, ku ew ê biryarên Cenevre-3 ya bêyî Kurdan, nas nekin.
Ehmed bal kişand ser hevdîtinên xwe yên bi heyetên Rûs û Emerîkî re û got, "Bêyî garantiyeke nivîskî dibêjin wê Salih Muslim piştre tevlî hevdîtinan were kirin."
Îlham Ehmed da xuyakirin, ku di hevdîtinên heta roja îro de nêrîneke ji bo tevlîkirina wan li nava hevdîtinan hebû, ji bo wan cih jî hatibû veqetandin, lê belê ji bo Kurd tevlî Cenevre-3 nebin gelek derdor ketin nava hewldanan.
‘Tenê ne bi zextê Tirkiyeyê ve girêdayi ye’
Ehmed diyar kir, biryara ji Neteweyên Yekbûyî (NY) derket, ne biryareke bi serê xwe derketiye û got, "NY ev biryar di encama zexta hin aliyan de girtiye. Li gorî agahiyên heta niha gihaştine ber destê me, ev biryar bi zexta Tirkiyeyê hatiye wergirtin.Lê tiştekî nayê fêmkirin heye. Çawa mumkun e ku Tirkiye xwedî hêzeke dikare bandoreke bi vî rengî li Rûsya, DYA û NY bike? Bi çi rengî pêkan e ku Tirkiye xwedî hêzeke xwedî vê bandora berfireh e? Lewma, ne rast e ku ev encam bi tenê bi zexta Tirkiyeyê were vegotin.”
‘Hin plan û hesab li ser Sûriyeyê tê kirin’
Îlham Ehmed diyar kir ku eger biryaran bi zexta Tirkiyeyê werdigirin, ev yek cihê şermê ye û wiha pê de çû: “Di biryara hatiye dayîn de helwesta Tirkiyeyê weke bahane tê nîşandan. Lê em di wê baweriyê de ne ku hin plan û hesabên li ser Sûriyeyê tên kirin, hene. Di hevdîtinan de DYA ji me re dibêje, 'Tirkiye zehmetiyan derdixîne'. Baş e, lê em rewşa berovajî ya vê yekê jî dizanin. Tirkiye di nava xwe de ketiye rewşeke ewçend zehmet de, ne xwedî wê hêzê ye ku zehmetiyeke ewqasî mezin derxîne.”
Rûsya jî nerazî ye
Îlham Ehmed axaftinên xwe wiha domand: Wekî din Rûsya jî dibêje, 'Em ji rewşa heyî ne razî ne. Ev biryar bêyî me pêk hatiye'. Em baş dizanin ku nêzîkatiyên bi vî rengî rastiyê nîşan nadin. Di binê vê rewşê de hesabên cidî hene. Li holê rastiyek heye; nayê xwestin Kurd ên van hesaban xera bikin, tevlî Cenevre-3 bibin.”
Her wiha Ehmed bal kişand ser hevdîtinên xwe yên bi Rûsya û DYA re û got, "Di van hevdîtinan de li ser tevlîbûna me ya li Cenevre-3 axaftin hat kirin. Rûsan diyar kirin ku ew ji rewşa heyî gelekî aciz in û haya xwe ji dayîna biryareke wiha nîne û ew jî dixwazin ev rewş were sererastkirin.
Ehmed derbirî ku bi heman rengî rayedarên DYA jî diyar kirine ku ev rewş nayê qebûlkirin û li ser wan jî zexteke mezin heye û wiha axivî: "Her du alî jî dixwazin em bi sebir bin û dibêjin, 'Hûn di vê pêvajoyê de cih negirin jî di ya pêş de hûn ê cih bigirin.' Me jî ji wan re gotin, 'Ti garantiya gotinên we nîne, hûn ji me re dibêjin bi sebir bin lê belê divê garantiya vê hebe. Divê peymanek di navbera me û we de nebe'. Me bi taybetî destnîşan kir ku bi gotinê re ev kar nameşe.
Me diyar kirin, ku eger wê li ser pêşeroja welatekî eleqeya xwe bi gelan re heye were axaftin, ev kar bi dilxwazî û gotinan nabe.
DYA û Rûsya baş dizanin bê nêzîkatiyên li hemberî me tên çi wateyê. Me bi awayekî vekirî ji wan re gotin ku em ê nêzîkatiya 'Em soz didin we, hûn tevlî hevdîtinên piştre bibin' bi ti awayî qebûl nekin û em ê biryarên bêyî me bên dayîn nas nekin."
‘Pêwîst e Muslim li Cenevreyê be’
Ehmed da xuyakirin ku DYA û Rûsyayê diyar kirin ku divê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li Cenevreyê be, di rewşa heyî de pêwîst e hinekî bisekine û got, "Li gorî wan, divê Salih Muslim li van deran be, wê naveroka hevdîtinan jê re bê ragihandin, piştre jî wê Muslim tevlî hevdîtinan bikin. Bêguman mîna ku me got, ev yek bi gotinê nabe. Ji xwe me ji van hêzan re gotin, em ê vê ti carî qebûl nekin."
‘Nikarin Kurdan bixapînin’
Ehmed bi bîr xist ku Rûsya û DYA di her firsendê de dibêjin 'Bêyî Kurdan li Sûriyeyê çareseriyek nabe' û got: "Nêzîkatiya siyasî ya her du aliyan bi vî rengî ye. Ji me re tê gotin, lê belê pratîk berevajî vê ye. Pratîkên beriya niha dubare dibin. Dema pêwîstî bi Kurdan çêbe, wan dibînin, dema pêwîstiyê pê nabînin, Kurdan datînin aliyekî. Ez dixwazim bi taybetî vê bêjim; gelekî Kurd ê ku mîna berê karibin bixapînin, êdî nîne."
SERKAN DEMÎREL/CENEVRE/ANF
‘Cenevreyê wê bi sernekeve'
Berpirsê Peywendiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) yê Kerkûkê Wişyar Ebdulrehman got, eger nûnerên rasteqîn ên Kurdên Rojavayê Kurdistanê beşdarî civîna Cenevre 3 neyên kirin, wê civîn vale der keve.
Ebdulrehman bi bîr xist ku li Sûriyeyê Kurd heya astegê aktorekî serketine û wiha got: “ Eger hêzên rasteqîn ên Kurd beşdarî civîna Cemevre neyên kirin, wê civîn bi sernekeve û wê civîn vale der keve."
Wişyar Ebdulrehman ragihand ku tirsekî mezin a Tirkiyeyê ji xwerêveberiyên Rojavayê heye û got: "Tirkiye gelek ji Kantonên Rojavayê Kurdistanê di tirse. Ji ber vê yekê di hemû warên weke aborî, siyasî û dîplomasî de hewil dide ku vê modelê bi dawî bîne. Da ku ber bi Bakurê Kurdistanê ve jî neçe.”
Berpirsê Peywendiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) yê Kerkûkê Wişyar Ebdulrehman got, ji ber ku destûrên kantonan ji bo azadî û mafên hemû pêkhateyanin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ji ber vê yekê welatên weke Erebîstana Siûdî, Qater û Tirkiye yên bi sistema kevin bi rêve diçin li dijî ne."
ROJNEWS/KERKÛK