Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), li Cenevrê di navbera 9-10 çilê yê de ji bo endamên MSD’ê yên li derveyî welat ku ji partî, rêxistin û kesayetên serbixwe pêk tên û nikaribûn tevlî kongreya avakirina MSD’ê ya ku di 8-9’ê kanûna 2015’an de li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê hate lidarxistin bibin, civîn li dar xisti. 

Civîna ku ji aliyê Hevserokên MSD’ê Îlham Ehmed û Heysem Menaa ve hate birêvebirin de, endamên MSD’ê yên li derveyî welat, her wiha şandeyek ji Kordînasyona Giştî ya Kantonên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava amade bûn.


‘MSD Sûriyeyê temsîl dike’

Hevserokê MSD’ê Dr. Heysem Menai di civînê de bal kişan ser rola MSD’ê û got: “Meclîsa me tevî ku nû hatiye demezrandin lê belê hêzeke sereke ya Sûriyeyê temsîl dike. Ew veguherî ye hêza rasteqîn û aktîf a ku nunertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê dike ye. Ev yek jî dihêle ku berpirsiyarên Meclîsê zêdetir bibin”.


‘Temsîla hemu neteweyan heye’

Piştî Menai, Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed jî axivî û armanc û makanîzmeya xebata meclîsê vegotin. Ehemd got: "Li Sûriyeyê di pêvajoya şoreşê de gelek komên terorîst derketin û hiştin rewşa herêmê Sûriyeyê ji derveyî Rojava metirsîdar bin. Lewra di vê atmosferê de avakirina meclîsa me hewcedariyeke Şoreşa Sûriyeyê bû.”

Ehmed, di dewama axaftina xwe de balkişand ser xalên ku meclîsa wan ji yên din cuda dikin û got: “Di nava meclîsa me de temsîla hemu neteweyan heye.”

Piştî hevserokan di civînê de rewşa Sûriyê, Rojava, rêveçûna karê siyasî, civînên Viyana û Cinêvê, hevdîtinên aliyên muxalefetê û pêşeroja Sûriyê hatin nirxandin. 


Hevpeyamana siyasî hat xwandin

Her wiha di civînê de hevpeymana siyasî ya MSD’ê ku di kongreya li Dêrikê de hatibû qebûlkirin, hate xwendin.

Piştî xwendina hevpeymanê, ji bo avakirina desteyekê ku karên meclîsê yên li derveyî welat bimeşîne, gotubêj hatin kirin. Di encama nîqaşan de pêşniyar hate kirin ku ji bo birêvebirina karên derve desteyek bê avakirin û ev pêşniyar hate qebûlkirin. Lê pêşniyar dê pêşkêşî Desteya Rêveber a MSD’ê bê kirin û piştî ku hate erêkirin, dê bibe biryar.

Civîn bi avakirina komîteyeke ku encamnameya civînê ji raya giştî re eşkere bike re, bidawî bû. Hate ragihandin ku encamname ya civînê wê di demekî kurt de ji çapemeniyê bê eşkerekirin. 


 ANHA/CENEWRE