Konferansa Jineolojiyê di navbera 11-15’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdarbûna 120 delegeyan pêk hat. Axaftina vekirinê endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat kir. Serhat şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn. Serhat Sakîne Cansiz jî bibîranî û got qetilkirina hevala Sara, qesta li dijî nasnameya jinê ye.
Di konferansê de têkildarî veguhertina şoreşî ya bi nêrîna jinê de biryarên girîng hatin girtin.
Encamnameya konferansê
Di encamnameya konferansê de hat gotin: “Di serî de berxwedana jinê ya li Rojava û berxwedana bi heybet ya jinan a tevahiya Kurdistanê, xurtir bigihêje zanîn, agahî û felsefeyê, fêmkirina potansiyela jinê, anîna ziman a enerjiya wê, ji bo bibe heqîqet, ji bo hemû tecrûbeyên jinên cîhanê bibe yek, ji bo têgeha rast a jinê bê çêkirin û bi hebûna wê, çare afirandin, di esasê parastina cewherî de bibe ‘Xwebûn’ ji bo civaka exlaqî û polîtîk li dora jinê bi teşe bibe, em dibêjin ´jineolojî´ û konferansa xwe pêk tînin.”
Tezên nû yên alternatîf
Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê li ser parvekirina tecrûbeyên têkoşînê jî got: “Em jinên hêza pêşeng a jiyana azad, bi Jineolojiyê re hedef dikin ku ji modernîteya kapîtalîst re bibin alternatîfa modernîteya demokratîk. Em bi îdîa ne ku di etîk-estetîk, aborî, ekolojî, demografî, dîrok, perwerde, tenduristî û polîtîkayê de şoreşê biafirînin. Em bi Jineolojiyê zanistên civakî rexne dikin û bi îdîa ne ku tezên nû yên alternatîf biafirînin.”
Di encamnameyê de hat gotin ku rojevên konferansê nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rastiya jinê ya di sedsala 21’ê de û di esasê dînamîkên têkoşînê de nîqaş hatine meşandin, biryar hatine girtin û plansazî hatine kirin. Encamnameyê wiha berdewam kir: “Me biryar da ku di ektîk-estetîk-aborî, polîtîka, dîrok, tenduristî, perwerde û demografyayê de û hemû zanistên civakî de guherîn bêkirin û pratîkirin. Em dibêjin ku wê Jineolojî ji bo hemû krîzên civakî, nexweşiyan bibe şifa. Wê hemû operasyonên serdestiya mêr ya li ser jin û civakê deşîfre bike û hemû zansit wê bi nêrîna jineolojîk ji nûve bê avakirin.”
Di dawiya encamnameyê de hat gotin ku li ser xaka welatê azad, yekem konferansa xwe pêk anîne û bang li hemû jinan hat kirin ku ‘Jineolojiyê hevbeş pêş bixînin.”
ANF/BEHDÎNAN