Ji Koma Nêrgiza Botan a ku sala 2012’an li navçeya Şirnexê Cizîrê dest bi xebatên xwe yên hunerê kir, heşt ciwan tevlî nav refên gerîla bûbûn. Tevlîbûna komî ya endamên komê li nava gerîla, bandoreke mezin li gelê Kurd bi taybetî jî Cizîrê kiribû. Endamên komê yên ku li nava refên gerîla hem huner hem jî gerîlatiyê dikin, her yek ji wan niha li eniyeke cuda ya Kurdistanê dest bi têkoşînê kiriye û hinan ji wan di şer de jiyana xwe ji dest da.
Ji endamên Koma Nêrgiza Botan bi têgihiştina ‘her cara yek dikeve hembêza axê, bi hezaran şîn dibe’ sê ciwanên din dan ser şopa hevalên xwe û tevlî nav refên gerîla bûn. Ciwanên berê xwe dan çiyê gotin, “Ji bo dilsoziya bi hevalên şehîd em li nava refên têkoşînê ne. Xwedîderketina li bîrananîna wan, soza me ye. Li hemberî yên dixwazin dengê me bibirin, nêrînên me dîl bigirin, li nava refên PKK’ê di şerê azadiyê de, di destekî de çek, di destekî de tembûr û defa xwe, bi stranên azadiyê em ê têkoşin.”
‘Ez ê li ser şopa wî bim’
Ernesto Kajî (Kerîm Çaba) sala 1989’an li Cizîrê ji dayik bûye. Bi bandora hevalê xwe yê zarokatiyê û yê di nava komê de Beşîr Ernesto ew jî tevlî nava refên gerîla bû. Kajî got, “Beşîr Ernesto hevalê min ê dema zarokatiyê bû. Di heman demê de em di nava komê bi hev re bûn. Piştî ku tevlî nav refên gerîla bû, bi lehengî têkoşiya û şehîd bû. Şehîd Beşîr ti carî dest ji hunera xwe û dest ji şerê xwe berneda. Min jî niha navê hevrêyê xwe rakiriye û ez ê li ser şopa wî bimeşim. Huner bi jiyana azad dikare bê kirin. Em ê jî di nava vê jiyana azad de hunera xwe bidomînin.”
‘Wateya sîstema TC ji bo min nema’
Gerîla Kajî ku ji ber bi zimanê dayikê distirya rastî zextên hikûmeta AKP’ê hat û di emrekî kin de ket zîndanê, got: “Ji aliyê polîsê Tirk ve gelek caran hatim binçavkirin. Di bin çavan de îşkenceyên giran li min hatin kirin. Sê sal û nîvan li girtîgehê hatim ragirtin. Piştî ku ji girtîgehê derketim, min fêm kir ku jiyana li nava sîstema TC´yê ji bo min wateyeke xwe nemaye. Sîstema AKP’ê ya kuştinên kiryar nediyar, yan jî zîndan nîşanî me dida. Ji bo careke din ev neqewime, ez jî tevlî nava refên gerîla bûm. Soza min e ji bo Beşîr û hemû şehîdên şoreşê; em ê heta dawiyê têkoşîna wan bidomînin.”
‘Min ax û zimanê xwe hîs kir’
Arjîn Çiyager a ku navê wê yê fermî Dîjle Aydî ye, di temenê biçûk de dest bi xebatên çand û hunerê kiriye. Gerîla Arjîn da xuyakirin, ku ji ber hezkirina ji welat û axa xwe ew tevlî nava refên gerîla bûye û destnîşan kir, ku ew ê şervanî û hunerê bi hev re bimeşîne. Arjîn Çiyager got, “Bi eslê xwe ji Cizîrê me. Bi malbata xwe re neçar mam demeke dirêj li Mersînê bijîm. Dûrketina ji ax û zimanê xwe, min gelekî baş dît. Civaka em di nav de bûn, em nedixist nava xwe, nasnameya me qebûl nedikir. Vê yekê gelekî em diêşandin.”
’Heta nasnameya min nas bike’
Rojhat Cizîr ê ku navê xwe yê fermî Reşat Ozen e, di sala 1988’an de li Cizîrê ji dayik bû. Gerîla Rojhat Cizîr got, “Navê min ê rastî Rojhat e. Ji ber ku navekî bi Kurdî ye, dewleta Tirk li nasnameya min Reşat nivîsandiye. Ti carî hebûna me nehat qebûlkirin. Lê bifikirin; we dikin xerîbê we bi xwe. Jiyîna di nava jiyaneke bi wî rengî de bi rastî jî înkarkirina rastiya xwe ye. Sîstem vê rastiyê ewçend vedişêre, carna zehmet e ku mirov bibîne. Min sala 2014’an bi rêya hevalên xwe yên xebatên ciwanan dimeşandin, PKK nas kir. Piştî ku min PKK nas kir, ji bo min mayîna di nava sîstemê de êdî bêwate bû. Kêliya ku min ev fêm kir, tevlî nava refên gerîla bûm. Heta ku dewleta Tirk me bi nasnameya me qebûl bike, ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Ez ê bibim şopdarê hevrêyên xwe yên şehîd. Li çiyayên azad, ez ê hunera xwe bi awayekî azad bikim.”