Li çiyayên Qendîl û Garê coşa Newrozê

Di pîrozbahiya îsal de ku ji her salan zêdetir tevlîbûn hebû, rêyên diçin Qendîlê ji ber maşîneyên zêde hatin girtin welatî bi coş û dirûşmayan bi kîlometreyan ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Axaftina destpêkê ji aliyê Şaredarê Qendîlê Mamoste Abdurrahman ve hat kirin. Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Omer jî Newroza gel pîroz kir. Endama Konseya Serokatiya Giştî ya PKK’ê Sozdar Avesta jî ku tevlî pîrozbahiyê bû Newroza gelê kurd pîroz kir. Avesta got ku got ku piştgiriyê didin nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de hat xwendin û bal kişand ser berxwedana Rojava jî û got, “Ez qehremanên ku tevî hemû êrîşan jî şoreşa wekhevî û azadiyê pêk anîn silav dikim.”
Avesta di axaftina xwe de têkildarî hilbijartinên xwecihî jî got, "Ne tenê hilbijartineke şaredariyan e. Ev hilbijartin erêkirina azadiya Rêbertî û Kurdistanê ye.” Di pîrozbahiyê de peyama Newrozê ya Koma jinên Bilind (KJB)’ê jî hat xwendin.
Piştî axaftinan ligel stranên hunermandan gel govend gerand.
Li Gare coşa Newrozê
Li çiyayê Gare yê Herêma Kurdistanê cejna Newrozê bi beşdariya bi deh hezaran kesî hat pîroz kirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de, Hunermend Çopî Feteh, Silêman Çarnewa û gelek kom derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Di Newrozê de peyamên siyasî jî hatin dayîn. Di Newroza Gare de gelek peyam hatin xwendin. Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Kamûran Berwarî jî gotarek pêşkêş kir û wiha got: “Ez Newroza gelê kurd, serok Apo û gêrîllayan pîroz dikim.” Berwarî bal kişand ser şoreşa Rojava û wiha got: “Îro li rojavayê Kurdistanê şoreş heye û destkeftiyên mezin hatine bidestxistin. Divê hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê xwedî li van destkeftiyan derbikevin û piştgiriya wan bikin.”
Li ser navê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) jî Xebat Hewlêrî axivî û Newroz pîroz kir. Hewlêrî wiha got: “Hebûna hemû alên kurdî ya li vê qadê, hêza gelê kurd nîşan dide. Hêza Rêber Apoye karî van hemû partiyan li hev kom bike û bi hev re Newrozê pîroz bikin.”
Derbarê Rojava de jî Xebat Hewlêrî wiha got: “Erkê hemû kurdane xwedî li rojavayê Kurdistanê derkevin. Lê mixabin ev yekdengî di nava kurdan de çênebûye. Hemû gelê Başûr piştgiriya kantonên li Rojava dikin, lê mixabin hemû partî vê yekê nakin.”
Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) jî peyamek pîrozbahiyê ji Newrozê re şand. Ji Kampa Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) koma Şehîd Arîn derket ser dikê û çend stran pêşkêş kirin. Hunermend Çopî Feteh, Silêman Çarnewa û Hemîd Mecîd jî konser dan. Gel jî bi coşekî mezin pêşwazî li hunermendan kirin.
Li Şengalê pîrozbahiya Newrozê
Li Şengalê di pêşengiya TEVDA de bi tevlîbûna sedan welatiyan agirê Newrozê hat pêxistin. Serokê TEVDA Seîd Hesen Seîd wiha got: “Em ê Newroza 2015’an bi Rêber Apo re pîroz bikin.” Di pêşengiya Tevgera Demokratîk û Azad a Êzdiyan (TEVDA) li Şengalê bi beşdariya sedan welatiyan bi coşeke mezin Newroz hat pîrozkirin. Welatiyên Şengalê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên TEVDA û TEV-DEM’ê bi cil û bergên herêmî hatin qada Newrozê û li derdora agir govend gerandin.
QENDÎL/DIHOK
