Di pêşengiya MÎT’ê de yekîneya ji 750 endamên çeteyên wekî Ahrar El Şam, Cebedil El Nusra, DAIŞ, Tugaya Sultan Murat Feteqim Kema Umirt, Siqûr El Cebel, Fewca1, Nurettîn Zenkî, Ceyş El Îslam, Ceyş El mucahîdîn, Feylek Şam, Taburên El Sefwa, Taburên Ebû Emara, Yekineyên Şoreşgerên El şerkiyê, Tugaya El Yermuk, 16 Firka, Firkaya Sultan Murat, Ehrar Sûriye li ser axa Haleb, Bab, Cerablus û Ezazê hatin avakirin. 

Çavkaniya bi navê M.E.Z diyar kir ku ew berê endamê Ahrar El Şam bû û wiha got: “Ez 5 meh berê veqetiyam û hatim Cerablusê. 6 meh berê heyetek veşartî û pir girîng, ji Karkamişê derbasî Til Refatê bû. Wê demê min jî li herêma Til Refatê li ser yekîneyekê fermandar bûm. Piştî heyet derbasî Til Refatê bûn, em gelek fermandarên çeteyan di avahiyekê de civiyan. Piştî civîna dirêj heyeta ji Tirkiyeyê hat, dîsa vegeriya Karkamişê. Em piştre fêr bûn ku ev yekîneyeke endamên çeteyên Ahrar El Şam, DAIŞ, Cebedil El Nusra, Firqaya Sultan Murat û 12 komên çeteyên li ser xeta Cerablus, Ezaz, Haleb û Babê perwerde dîtine ne. Ez fêr bûm ku ev yekîne ji 750 kesî pêk tên.” 


Hatine perwerdekirin

M.E.Z, destnîşan kir ku ji çeteyên mezin en wek Ahrar El Şam 150, El Nusra 150, DAIŞ 120, Tugaya Sultan Murat 100 û ji wan komên din jî her yekî 10-20 kesan hatibûn hilbijartin û wiha got: “Li gorî agahiyan ev yekîne berê ji hêla dewletan ve hatibûn perwerdekirin. Ev yekîne li Til Refat û Karkamişê li kampên perwerwerdehiya leşkerî hatine perwerdekirin.” 

M.E.Z, destnîşan kir ku yekîne hefteyek şûnde di Deriyê Sînor ê Karkamişê re derbasî Dîlokê bûn û wiha axivî: “Di nav yekîneya hat avakirin û şandin Tirkiyeyê de niqaş hebûn. Endamên komê yên li dijî çûna Tirkiyeyê jî hebûn. M.E.Z, diyar kir ku ji ber her dem serê endamên yekîneyê bi rûpoş bûn, hemû kesan digot ‘Quwetil Eswed’ ango “Hêza Reş” û wiha berdewam kir: “Ji ber rûpoş û kincên reş hemû kesan ji wan re digot ‘Quwetil Eswed’” 


Li hev kirin

M.E.Z. da zanîn ku çete ji hêla MÎT’ê ve hatine avakirin û wiha pêde çû: “Pêşengiyê MÎT dike, lê Amîrê Çeteyan a Ahrar El Şam Ebû Xalid El-Surî çeteyan kom dike. Jixwe agahiya ku Ebû Xalid El-Sûrî ji bo rêxistina çeteyan a Ahrar El Şam birêve bibe ji hêla serçeteya El-Kaîdê Eymen El-Zevahîrî ve hatiye peywirdarkirin û misyona wê ya din jî têkiliya di navbêra çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û yên din de bi hêz bike ye. Çavkaniyên din jî ev tişt piştrast kir.” 


Çeteyên li Bakur

Hat zanîn ku 42 cenazeyên çeteyên ku ji hêla YPS û YPS Jin ve li navçeyên Sûr, Nisêbîn û Cizîrê hatin kuştin, şandine Siûdî Erebistanê, Katar, Semsûr, Bab û Cerablusê û endamê vê yekîneyê ne. Di 3 mehên dawî de li Sûrê, Nisêbîn, Cizîr û Silopiyê 12 cenazeyên çeteyan şandine bajar û heremên Siûdî Erebistanê, 21 Katarê, 7 Bab û Cerablusê û 2 jî şandine Semsûrê.  



ERDOGAN ALTAN/DÎHA/CERABLUS