Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şerê li Cizîrê û Kobanê de ku hîna didome 80 çete hatine kuştin û 6 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî nûçeya ANHA’ê jî li Hesekê şer li gundê Salihiyê û li taxa Serêkaniyê jî 57 cenazeyên çeteyan ketin destê şervanên YPG’ê.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê şerê pêr li kantonên Cizîrê û Kobanê gewimî daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: “Tehdîda çeteyên DAIŞ’ê ya li ser sînorên Kantona Cizîrê û operasyona hêzên me ya li hember vê tehdîde dimeşinîn, dewam dike.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ceteyan pêr evarê êrîş bir ser gundê Nusret ê nêzikî Hasekê ku beriya bi çend rojan ji aliyê hezên YPG ve hatibû rizgarkirin. YPG’ê diyar kir ku di encama vê êrîşê de şerê dijwar qewimî û êrîşa çeteyan hat şikandin. YPG’ê daxuyaniya xwe wiha domand: Hejmara kuştî û birîndarên çeteyên di van pevçûnan de nehat zelalkirin lê hêzên me li vir dest danîn ser 6 termên çeteyan. Rêhevalekî me ku di şikandina êrîşên çeteyan de rolek girîng dilîst, bi lehengî şer kir û gihişt şehadete.”


Li gundên Aşra û Mecdel şerê dijwar

YPG’ê der barê şerê pêr li gundên Aşra û Mecdel ên ku li heman herême ne got: “Di van şeran de jî hêzen me derbên giran li çeteyan xistin. Bi qasî hat zelalkirin li gundê Aşra 22, li gundê Mecdel jî 10 çete hatin kuştin. 2 rêhevalê me yên di van pevçûnan de bi moral û werekiyekî mezin şer dikirin gihiştin şehadetê.”

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bi armanca standina gundê Mecdel êrîşêk li dijî çeteyan li dar xistin û encama vî şerî de jî gund ji çeteyan paqij kirin.  Y PG’ê ragihand ku di vê êrîşê de 6 endame çeteyan hatin kuştin û hezên wan dest danîn ser 2 BKC, 2 B7 roketavêj, 3 kleş û gelek cebilxaneya van çekan û hevalekî wan li wir jiyana xwe ji dest da. 


Çeteyan êrîşî gundên Qeşqa û Hêla kir

YPG’ê daxuyaniya xwe de diyar kir ku komên çeteyan pêr şev êrîşî gundên  Qeşqa û Hêla. Daxuyaniya YPG’ê wiha dewam kir: “Hêzên me li vir 2 maşîneya teqemenî di nava çeteyan de teqandin. Rixme ku êrîşê çeteyan pirr bi israr jî bû, hêzên me berxwedanek pirr mezin nîşan dan û hemû êrîşê çeteyan şikandin. Di van pevçunên dijwar de 2 rêhevale me yên ku bi lehengî şer kirin gihiştin şehadete.”

YPG’ê diyar kir ku çeteyan êrîşî girê li Til Boxa û gundê Firêsa yên ku dikevin başûrrojavayê Serêkaniyê kirin û hezen wan jî bersi dane çeteyan. 

YPG’ê ragihand ku encama wan şerananda jî qasî ku hatiyê zelalkirin 17 endamê çeteyan hatine kuştin û şerê li gundê Frêsa hîn jî berdewam dike. 

Daxuyaniya YPG’ê wiha dewam kir: “Hêzên me pêr şev li gundê Xîzêla ya ku dikeve başûre Til Hemis, li hember komên çeteyan êrîşek lidarxistin. Di vê êrîşê de qasî hat zelal kirin 2 endame çeteyan hatin kuştin.ˮ


Berxwedana Kobanê

YPG’ê ragihand ku hezên wan pêr bi şev li rojhilate Kobanê operasyonek lidarxistin. Di encama vê operasyone de, gundê Metîniyê duyemîn ji aliye hêzên wan ve hat rizgarkirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: Hêzên me di vê pevçûne de 2 maşîneyên bombebarkirî yên çeteyan jî di nava çeteyan de teqandin. Bi qasî hat zelalkirin li vê qadê 10 endame çeteyan hatin kuştin. Hêzên me li vir tevî 5 termên çeteyan dest danîn ser 4 kleş û 800 fîşeke kleşan, 1 roketavêja B7, 1 BKC, 1 Bruno, maşîneyek leşkerî û hejmarek zêde amûrên leşkerî.”

YPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî ragihand ku pêr bi şev komên çeteyan li başûr û başûrrojhilate Kobanê du êrîşên cûda lidarxistin û wiha domand: “Êrîşên li hember gundê Ernê li başûrê Kobanê, piştî pevçûnên dijwar û direj hat şikandin. Li vê qadê bi qasî hat zelalkirin 7 endamên çeteyan hatin kuştin. Hêzên me li vir dest danîn ser 5 kleş, 1 BKC, 1 bêtel û hejmarek zêde amûrên leşkerî yên çeteyan.

Komên çeteyan derdora seat 03.00’an li hemberî gundê Qilhaydê li başûrrojhilate Kobanê jî êrîşek li dar xistin. Komên çeteyan li vê herême ketin 2 girê biçûk, lê piştî destwerdana hêzên me çete ji van cihan hatin derxistin. Pevçûnên li vê qadê hîna jî didomin.”


Li Hesekê û Serêkaniyê DAIŞ derbên giran xwarin

Li gorî nûçeya Ajansa Hawarê (ANHA) ku di malpera xwe de parve kiriyê, di encama şerê li gundê Salihiyê li Hesekê 10 û ya li taxa Serêkaniyê li Girê Til Boxa qewimiyê jî 47 cenazeyên ceteya ketine destê şervanên  YPG û YPJ’ê. 


Kontrola riya navneteweyî ket destê YPG’ê


Li gorî nûçeya Ajansa Hawarê (ANHA) li rojavayê Til Temir di encama şer û pevçûnên ku pêr bi şev di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de qewimîn 3 noqte ji çeteyan hatin girtin û kontrola riya navnetewî ya ku diçe Helebê ket destê YPG’ê. Li herêma Holê jî 5 çete hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê pêr bi şev 35 kîlometre li rojavayê Til Temirê li derdora riya navneteweyî ya ku diçe Helebê, di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer qewimî. Şerê heta derengiya şevê dewam kir û di encamê de 3 noqte ji çeteyan hatin girtin û kontrola riya navneteweyî jî ket destê YPG’ê. Der barê encamên pevçûnan de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin