Koma Niştimanperwer bi strana xwe ya ‘Berxwedana Cizîrê’ ya salên 90’î hatibû çêkirin, bû dengê berxwedana xwerêveberiyan û hêz da şoreşê.

Li herêma Botanê gelek hunermendên di nav şoreşa Kurdistanê de cih digirin û bi awaza xwe têdikoşin, hene. Li ser axa Botanê her tim stranên şoroşê û berxwedanê jî ji gel re bûne moral. Di serdema berxwedanên salên 1990’î de li ser axa Botanê koma herî bi nav û deng a bi navê Koma Niştîmanêperwer bûye. Vê komê gelek salan ji bo gel xebatên çand û hunerê daye meşandin û gelek stran ango sirûdên berxwedan û şoreşê li pey xwe hiştine. Koma Niştîmanperwer, ji hunermendên niha re bûye wek kaniya stranên Kurdî û hunermendên Kurd ên girêdayî navendên çandê li bajar û navçeyên Botanê wek şagirtên wê tên nasîn. 

Strana bi navê “Berxwedana Cizîrê” ya ku salên 90’î li ser berxwedana Nisêbîn û Cizîrê ji aliyê Koma Niştîmanperwer ve hatiye çêkirin, niha jî wekî çavkaniyeke moralê ya têkoşînê ye. Bi xurtbûna berxwedana rêveberiyên cewherî, careke din stran ket ser zimanan. Strana “Berxwedana Cizîrê” bi vê boneyê ji aliyê Hunermendê Navenda Çandê ya Mem û Zinê Rêzanê Batû ve careke din hat tomarkirin û nûjenkirin. Li pişt çeperên berxwedanê li Nisêbîn, Silopî û Cizîrê ev stran bilind dibe. 


‘Rihê salên 90’î vedijîne’ 

Hunermend Rêzanê Batû derbarê nûjenkirina stranê de agahî dan. Batû destnîşan kir ku bi salan e ku li ser gelê Kurd êrîşên dagirkeriyê didomin û got, êrîşên hêzên dewletê yên niha ku li ser berxwedana xwerêveberiyan pêk tên, dişibin êrîşên salên 1990’î. Batû anî ziman ku strana ‘Berxwedana Cizîrê’ sala 1992’an ji aliyê Koma Niştîmanperwer ve li ser berxwedana Cizîr û Nisêbînê hatiye çêkirin û got, ev stran çawa rihê berxwedana salên 90’î dide nîşandan, niha jî wê giyanê dide vedijîne. 


‘Ji ber zordariyan kom belav bû’

Têkildarî serencama endamên Koma Niştimanperwer jî Batû da zanîn ku zordariyên mezin li ser komê hatine meşandin û weha peyivî: “Di bin êrîş û gefan de bûn. Ji bo wê piraniya komê derket ji derve. Niha li ku ne ez nizanim. Lê bi hunera xwe kedeke mezin dan.” Batû anî ziman ku taybetiyeke vê komê ew e ku ti berhemên wan nehatine tomarkirin. 


‘Bi stranên xwe berxwedan geş dikir’ 

Batû wiha domand: “Stranek wan ‘Berxwedana Cizîrê’ ye. Yek din a ‘Şer e şer e şer e. Li çiya û zozan şer e’ ye. Ev stran hêj di nav gel de tên gotin. Hin kom û kesan jî şîrove kirine. Lê berhemên vê komê ne. Gelek berhemên din ên wiha hene. Mixabin stranên komê nehatine tomarkirin. Ev windahiyeke mezin e ji bo hunera Kurd.” 

Batû da zanîn ku wî pêwîstî bi nûjenkirina vê stranê dîtiye û derbirî ku stranên bi vî awayî rihê berxwedanê geş dikin. Batû diyar kir ku Koma Niştîmanperwer di salên 90’î gelek stranên şoreşê û berxwedanê çêkirine. Batû da xuyand ku niha jî ew berhemên komê berhev dikin û nûjen dikin. Her wiha Batû anî ziman ku Koma Niştîmanperwer di salên destpêka serhildanên gel de bi stranên xwe ruhê berxwedan û şoreşê bi gel da qebûlkirin. 


‘Huner di 90’î de jî û îro jî qedexe ye’ 

Batû da zanîn ku di salên 1990’î de Koma Niştîmanperwer rastî gelek êrîş û zordariyên dewletê hat û got, niha jî bi van qedexeyên derketina kolanan ew jî di bin êrîşên dewletê de ne. Batû got, ev qedexeyên li ser axa Botanê li pêşiya karê çand û hunerê gelekî bûye asteng û heta ev êrîş hebin ew ê jî bi hunera şoreşgerî li cem gelê xwe cih bigirin û berxwedana gel bi stranan îfade bikin.



BÎLAL GULDEM/DÎHA/MÊRDÎN