
Civîn li Akademiya Celadet Bedirxan a Ziman, Dîrok û Wêjeya Kurdî ya li bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Di civînê de Serokê Desteya Perwerde û Hînkirinê ya kantona Cizîrê Mihemed Salih û cîgira wî Semîra Hec Elî, 35 mamosteyên ji Rêxistgina Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê (YMRK), Tevgera Ziman û Perwerdê (TZP) û endamên ji rêveriya perwerdê ya girêdayî Desteya Perwerde û Hînbûnê ya Kantona Cizîra amade bûn.
Xebatên perwerdeyê baş dikin
erokê Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Mihemed Salih axivî û da zanîn ku ji ber ambargoya liser Kontonê Komasiyên alavên perwerdê yên baş derdikevin. Derbarê peydakirina rewşeke baş û hêsankirina rêbazên perwerdê Salih got ku wan Rêveberiyeke Perwerdeyê ku ji 12 konseyên Perwerdehiyê ji 35 mamosteyên (YMRK) û (TZP)'ê pêk tên girêdayî Desteya perwerdê ya Kantonê avakirin.
Salih diyar kir ku ev hemû pêngav ji bo pêşxistina rola Rêveberiya perwerdeyê di dibistanan de ye û disiplîn di dibistanan de rûnşkandine li gor pilana ku Desteya perwerdeyê ya kantonê destnîşankiriye.
Di dawiya civînê de pirs ji aliya beşdaran ve derbarê şêwazê kar û xebata Konseya Perwerdehiyê hatin kirin.
DIHA/QAMIŞLO