Serokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç, diyar kir ku gel çawa li dijî OHAL’ê li ber xwe da, wê ji niha û şûnde jî avakirina rêveberiyên xwe her berdewam bike. Tunç, da zanîn çawa gelê Cizîrê bi îradeyek mezin 8 roj û 8 şevan taxên xwe parast, bi heman awayî avakirina komunan jî wê bigihînin encamê. 

Gelê Cizîrê ji bo modela rêveberiya cewherî pratîze bike komun û meclîsên xwe ava dike û hemû pêdiviyên çareser dike. Xebatên rêveberiya cewherî ku di 15’ê Tebaxê de dest pê kir, li gel hemû êrîşên hêzên dewletê û rewşa OHAL’ê berdewam dike. Gelê Cizîrê ji 15’ê Tebaxê heta niha 140 komun û li taxan 10 meclîsên gel ava kirin. Gelê Cizîrê ewil ji 17 kesan Meclîsa Gel a Cizîrê ava kir. Gel bi vê meclîsa sazûmankar hewl dide ku modela demokratik, ekolojik û wekheviya zayendî têxe meriyetê. Gelê Cizîrê li taxên Cudî, Sur, Yafes, Nur, Konak, Dagkapi, Kale, Alibey, Dicle û Şahê meclîsên taxan ava kirin û li dijî êrîşan di ber xwe dan. 


140 komun hatin avakirin

Gel li taxa Cudî 40, li taxa Nurê 30, li taxa Surê 17, li taxa Konakê 10, li taxa Yafesê 12, li taxa Dagkaiyê 9, li taxa Alibeyê 6, li taxa Kaleyê 7, li taxa Dicleyê 5 li taxa Şahê 4 bi kiştî 140 komîn ava kirin. Ji bo her meclîsekê 2 hevberdevk hatin hilbijartin. Gel li van meclîsan pirsgirêk û pêdiviyên aborî, daraz, parastina rewa, perwerde bi giştî 8 komiteyên cuda ava kirin û xizmeta taxan dikin. 


22 sazî di karê avakirinê de cih digirin

Li navçeyê 22 saziyên ku di xizmetên tenduristî, çand, perwerdê de cih digirin bi awayekî çalak di nava rêveberiyên komunan de cih digirin. Saziyên di komunan de cih digirin, ewil dê li taxên Cudî, Sur, Yafes û Nurê avahiyên tenduristiyê ava bikin. Dîsa li 10 taxan komun xebatên aboriyê dimeşînin. 


Komîsyonên hiqûq û perwerdehiyê hatin avakirin

Niha perwerdehiya zimanê Kurdî li Dibistana Seretayî ya Berivanê tê dayîn. Dê ji niha û şûnde dibistanên nû bên avakirin û perwerdehiya Kurdî bê dayîn. Mala Perwerdehîye (MAPER), dê ji niha û şûnde dest bi perwerdehiya Kurdî bike. Meclîs, dê li 10 taxan komîsyonên Hiqûqê yên ji 10 kesan pek tê ava bikin. Dîsa Meclîsa Gel a Cizîrê dê xebatên çand û hunerê jî dimeşînin. 


‘Berxedan bi avakirina komunana didome’

Serokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç, diyar kir ku gel çawa li dijî OHAL’ê li ber xwe da, dê ji niha û şûnde jî avakirina rêveberiyên xwe berdewam bike. Tunç, da zanîn ku vîna 8 roj û 8 şevan taxên xwe parast, dê avakirina xwe bigine encamê. Tunç, anî ziman ku wan li dijî kesên nasname, vîn û zimanê zikmakî nas nekirin rêveberiya xwe ya cewheri îlan kirin. Tunç, ani ziman ku piştî wan Komunên xwe bi temamî ava kirin dê kooperatifên xwe ava bikin. Tunç, bibîrxist ku ew dê bibin bersîva polîtîkayên înkar û îmhayê û destûr nedin ku vîna wan binpê bikin.


NURİ AKMAN/DÎHA/ŞIRNEX