Şerê ku pêr bi bersivdayina YPS’ê ya li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk ên  li ser taxên Cûdî û Nûrê yên Cizîrê derket doh jî berdewam kir. Veysî Elçî di encama êrîşên hêzên dewletê yên li dijî Taxa Şah parçe li bedena wî ket û birîndar bû.

Li dijî taxên Cûdî û Nûrê topbarana tankan didome, her wiha hewldanên leşker û polîsên Tirk ên bi wesayîtên zirxî ketina taxan rastî bersiva YPS’ê hat. Li taxan şer didome, ji ber topbarana tankan a zêde jî ji her du taxan dûman bilind dibe.

Her wiha ji ber gulebarana ji wesayîtek zirxî ya li ser Taxa Şah jî Veysî Elçî gule lê ket, rakirin nexweşxaneyê. Kemal Karataş û Onde Poyraz ên ku danê sibehê 2 welatiyên di êrîşên hêzên dewleta Tirk de birîndar bibûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jî hatin binçavkirin.

Leşker û polîs li Taxa Alîbey dikeve malan, lêgerîn û kontrola nasnameyan dike.


2 polis hatin kuştin

Li Cizîrê, di navbera hêzên dewletê yên hewl dan bikevin nava taxa Nûrê û hêzên YPS’ê de şer derket. Di şerê li vir de 2 polîs hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Li taxa Cûdî, ciwanek ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin.


Li Nisêbînê wesayita zixrî bû hedef

Li Navçeya Nisêbînê ya bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê, tirimpêleke bi mertal a tîmên taybet a dewletê hate rûxandin.

Li navçeyê doh saet derdora 06.00’an de teqînek mezin pêk hat. Teqîn li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ya Rojava jî hate bihîstin. Li gorî çavkaniyên herêmê, teqîn ji ber çalakiyeke li hemberî  tirimpêleke bi mertal a tîmên taybet a dewletê pêk hatiye. Derbarê encamên teqînê de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin.


Sewqiyata ji bo Nisêbînê didome

Li navçey amadekariyên planên komkujiyê berdewam dikin. Di seatên piştî nîvro de bi dehan wesayîtên zirxî û otobûsên tîmên taybet tê de sewqiyateke mezin li navçeyê hat kirin. Sewqitaya ku ji aliyê Qoser û Mêrdînê ve hat li kampa AFAD û li Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê hat bicihkirin. 



Li navenda Geverê pevçûn

Li navçeya Gever a Colemêrgê, piştî ku wesayîta polîsên Tirk a TOMA li welatiyê bi navê Hasan Han qelibî û ew qetil kir, êrîşên polîsan a li hemberî gel jî berdewam dike. Polîsên ku li serê kolanan Eczaxaneyan bicih bûn, di  nav kolanan de bê serûber gulebaran kirin. Piştî ku hêzên parastina cewherî jî bersiv êrîşan da, li navenda navçeyê pevçûn derket. Di heman demê de Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) jî li Xaçerêya Girtîgeha Kevn barîkatan danî û dest bi berxwedanê kir. Gelek wesayîtên zirxî jî sewqî navenda navçeyê hate kirin.  


 ŞIRNEX/COLEMÊRG