Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên gerîlayan de bi giştî 59 eskerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.  Navendê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker li qada Cîloyê ya Geverê a ser bi Colemêrgê operasyoneke dagirker daye destpêkirin û gerîlayan jî di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li dijî vê operasyonê çalakî li dar xistine.


Di yek derbê de 13 esker kuştin

Li gorî vê 21’ê Îlonê gerîlayan li 4 yekîneyên artêşa Tirk ên ji Girê Qalê xwe berdidan Dola Perixanê xistiye û herî kêm 13 eskerên artêaş dagirker a Tirk kuştine û gelek jî birîn darkirine.

HPG´ê da zanîn ku 23’ê Îlonê jî bi şev karwanekî eskerî yê ji wesayîtên zirîhpoş bûye armanca çalakiyeke gerîlayan. Di vê çalakiyê de maşêneke zirîhpoş a tîpa kirpî hatiye îmhakirin û herî kêm deh esker hatine kuştin.

HPG´ê got, 23’ê Îlonê li dijî karwanekî eskerî yê ji Colemêrgê diçû Çelê êvarê li Kanî Orê çalakiyek hatiye kirin û maşnek din a Kirpî hatiye îmhakirin û herî kêm 10 esker di çalakiyê de hatine kuştin.

Li Şikêrê Spî û Tehta Selê ya Şemzînanê 24´ê Îlonê di çalakiya berfireh a gerîlayan de herî kêm 4 eskerên Tirk hatin kuûtin û 3 jî hatin birîndarkirin. Heman rojê li Girê Şehîd Rojerya yê nêzî Girê Koordîneyê yê Çelê 3 eskerên Tirk ên din hatin kuştin.


Li Bazîdê gerîla baz û şêr in

HPG´ê da  zanîn ku Artêşa Tirk 21’ê Îlonê li qada Demîrkapi ya Bazîdê ya bi ser Agiriyê bi beşdariya yekîneyên veşartî û helîkopteran operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Gerîlayan jî 22’ê Îlonê êvarî li yekîneyeke artêşa Tirk li Kirê Gundê Tirkmena xirtiye. Li vir ji 10 eskerên li ser gir, 7 hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li vê deverê yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk jî ya ku xwestiye li gerîlayan bixe, bûye hedefa gerîlayan; du sekvanên wan hatine kuştin û 2 jî hatine birîndarkirin. Yekîneyeke din a gerîlayan jî 6 eskerên ji herêmê direviyan hem kuştin.

HPG´ê wekî din da zanîn ku piştî van çalakiyên gerîlayan, şerek bi artêşa Tirk re qewimiye û di vî şerî de jî 2 sekvanên artêşa Tirk hatin kuştin û eskerek jî hatiye birîndarkirin.

Bi vî rengî di çalakiyên gerîlayan ên li Bazîdê de herî kêm 19 esker hatine kuştin. HPG´ê eşkere kir ku di vê çalakiyê de gerîlayên beşdar hemû bi silametî li baregehên xwe vegeriyane. 


ANF/BEHDÎNAN