Gerîlayên HPG’ê derb li eskerên Tirk ên li ser girê Şehîd Gafûr ê li Geverê xist û çeperek û konteynirek rûxand. Li Licê jî di çalakiya gerîlayan de 8 eskerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxyaniyeke nivîskî weşand. HPG´ê got, gerîlayan 28’ê Tîrmehê saet 7’an li ser girê Şehîd Gafûr ê li navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê, bi çalakiyekê derbên giran li çeper û stargehên eskerên Tirk ên dagirker xistine û di encamê de çeperek û konteynirek bi temamî rûxandine. Hejmara eskerên kuştî û birîndarkirî bi xwe, nekariye bê zelalkirin. Li Licê 8 eskerên Tirk hatin kuştin HPG´ê da zanîn ku 21’ê Tîrmehê saet 00:30’î, gerîlayan bendeke kontrolê ya li nêzî gundê Kijilnehîzê yê navçeya Licê ya Amedê ji çalakiya xwe re kiriye armanc û bi qasî ku hatiye tespîtkirin jî 8 eskerên Tirk hatine kuştin. HPG´ê got, “Hevalê me Aram ku di çalakiyê de bi canbexşane li dijî hêzên dijmin şer kir û bi giranî birîndar bû, ji bo bi saxî nekeve destê dijmin, bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû.” Li Omeryanê 3 canfeda HPG´ê li ser şerê li Omeryanê jî wiha dewam kir: “24’ê Tîrmehê saet 23:50’î, li herêma Omerya ya navçeya Nisêbîn a ser bi Mêrdînê, di navbera yekîneyeke me ya bi erka xwe radibû û artêşa TC a dagirker de şer qewimî. 3 hevalên me yên derbên giran li hêzên dijmin xistin, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd, wê piştre ji raya giştî re bê eşkerekirin.” Li Hênê şer qewimî Ji bo şerê 18´ê Hezîranê li Hênê rûdayî jî HPG´ê ev agahî dan: “18’ê Hezîrana 2018’an saet 00:30’î artêşa TC a dagirker li derdora gundê Bektaş ê navçeya Hênê ya Amedê dest bi operasyonê kir. Ji ber operasyonê di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şer derket. Artêşa TC a dagirker bi balafirên şer bombe li qada operasyonê barand. Ji ber bomberdûmanê hevrêyên me Koçer Çiya (Firat Taşçi li Sêrtê ji dayik bûye) û Roger (Feytullah Ecer, li Amedê ji dayik bûye) şehîd bûn.” ANF/BEHDÎNAN