Navenda Çapemenî Ragihandina HPG ê ragihand “Çalakiyên gerîlayên me yê li xeta Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê yên di çarçoveya tevgera şoreşgerî de berdewam dikin” û ev aghaî da: "Di 15 ê Îlonê de li ser riya Çelê-Colemergê li dijî karwaneke leşkerî ya Artêşa Tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.  Her wiha di vê çalakiyê de 12 leşker hatine kuştin 5 leşker jî birîndar bûye.“

Li Şemzînanê 4 leşker mirin 
HPG'ê ragihand ku di 15 ê Îlonê de li Zozanên Ewliya yên bi ser Şemzînanê pevçûnên dijwar qewimîne. Têkildarî şer ev agahî hatin dayin: "Li gel topbaranên li dijî herêmê Gostê, Kurê Mizgeftê û Geliyê Ava Hecibeg ên heta danê sibê berdewam kiriye û pevçûnên dijwar ên qewimîne, gerîlayên me rê nedaye Artêşa Tirk ku pêş de biçe. Di encama van pevçûnan de yên ji aliyê me ve hatiye zelalkirin 4 leşkerên dijmin hatine kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Di van pevçûnan de herweha du rêhevalên me jî gihîştiye şahadetê. Dema nasnameyên van rêhevalên me hate zelalkirin wê ji raya giştî re were parvekirin.
Di 16 ê îlonê de li dijî girê ewlekariya Alaya Garê digire û yekîneyeke dijmin a li ser girê Salara bi cîh bûye ji aliyê gerîlayên me ve du çalakî hatiye lidarxisti. Di encama van çalakiyan de li girê Salara leşkerek li girê ewlekariya Alayê jî digire leşkere bi giştî du leşker hatine kuştin. "
 HPG'ê ragihand ku li Geverê çalakiyên kontrolkirina rê yên gerîlayan didomin."
 
Li Şirnexê 5 leşker hatin kuştin
HPG'ê derbarê çalakiya gerîlayan a li Çiyayê Gabarê de jî ragihand ku 5 leşker hatine kuştin û ev agahî dan: "Di 16 ê Îlonê de li Şirnexê li Girê Cotyar yê bi ser Gabarê yê ji aliyê gêrîlayên me ve li dijî yekîneyeke artêşa dagirker ya tirk çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de du kozikên nobedariyê hatiye rûxandin, 5 leşkerên dijmin jî hatine kuştin. 

HPG: Li Kanîreşê 10 polîs mirin
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG ê ragihand ku, “Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Harûn û Şehîd Armanç de” di 14 ê Îlonê de hatibû destpêkirin gêrîlayên me di 16 ê îlonê de li ser riya Çewlik-Erziromê çalakiyek lidarxistiye.
HPG ê aşkera kir ku: “Li navçeya Kanîreşa Çewlikê li nêzî gundê Haciyan li dijî karwaneke leşkerî ya ji 3 wesayitên zirxî û ji 2 otobusan pêk dihat û ji operasyona komkujiya siyasî ya Kanîreşê vedigeriyan, ji aliyê gêrîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de otobusek hatiye rûxandin, otobusek û wesayiteke zirxî jî derbeyeke giran xwarine û texrîp bûne. Di encama vê çalakiyê de her weha 10 polîs hatine kuştin 19 polîs jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa dagirker ya Tirk derdora xwe bê ser û ber gulebarankiriye. Di encama vê gulebaranê de welatiyeke sivîl jî birîndar bûye. Riya çalakî lê hatiye lidarxistin heta demjimêr 14.00 an girtî maye. Piştî çalakiyê ji aliyê Artêşa Tirk li dijî herêmên Şerefdîn, Haciyan û Gundê Haciyanê operasyonek hatiye lidarxistin.”

 ANF/ BEHDÎNAN