Li Colemêrgê malbatên ku jiyana xwe zozanan derbas dikin, bi hatina mehên biharê re amadekariya xwe çûyîna zozanê berdewam dikin. Malbat ji ber sedema ku hêjî berf li ser rê nehiliya ye, li bende meha Pûşberê ne. Hemwelatiyên ku diçin zozanê tiştên wekî mast, penêr û rûn ew bi xwe çê dikin. Hemwelatiyê ku amedekariya zozanan dikirin wateya jiyana bajêr û jiyana zozanê nirxandin. Gundê Sergelî ku girêdayî Bajaroka Silehê ku li girêdayî Colemêrgê yê Sadik Kaya (45), amedekariya çuyîna zozanan dike û der barê rewşa xwe de wiha axivî: “Ez pez xwey dikim. Ez ji vê rewşê pir hez dikim. Wisa tê xuyakirin ku ew ê ev bihar gelek xweş derbas bive. Û em ê meha Pûşberê de derkevin rê. Di jiyana bajêr de ti wate tuneye. Em li vê de rê penêr, rûn û mastê xwe bi xwe çê dikin. Her tiştî em bi xwe çê dikin. Jiyane kî xwezayî heye.”
COLEMÊRG