Gerilayên HPG´ê û YJA STARê li Colemergê li artêşa Tirk dan. Li gorî daxuyaniya HPG´ê di çalakiya wan de herî kêm 28 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke raginahd ku li navçeyên Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê di sê çalakiyên gerîlên HPG’ê de herî kêm 28 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, artêşa Tirk li herêma Gerdiya ya Şemzînanê derbeke giran xwar. Hat ragihandin, di çalakiya gerîla de ku ji çar aliyan ve hate kirin, 2 konteynir û 2 kozikên artêşa Tirk hatin rûxandin û herî kêm 20 leşker hatin kuştin.

Li Geverê jî di çalakiyên sekvaniyê yên gerîlayên YJA Starê de 2 leşker mirin. Li cihekî din ê Geverê di çalakiya gerîla de du kozik hatin rûxandin û 6 leşker hatin kuştin.

 

2 konteynir û 2 kozik bi temamî hatin rûxandin

Di daxuyaniyê de HPG’ê da zanîn ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên berfireh lidar xistine û ev agahî dan:”Êvara 19’ê Îlonê saet 18:15’an li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hêzên me li dijî girê parastinê yê qereqola Stunê ya li herêma Gerdiyanê çalakiyeke berfireh pêk anîn. Ji çar aliyan ve li stargeh û kozikên dijmin hatin xistin û di encama çalakiyê de 2 konteynir û 2 kozik bi temamî hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 20 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus, hawan û helîkopterên bi tîpa kobra bombe li herêmê barand û bi helîkopterên bi tîpa skorsky jî termên leşkerên xwe û leşkerên birîndar ji herêmê rakir.”

 

YJA STARê jî li Geverê lê da

Her wiha HPG’ê derbirî ku eynî rojê saet 20:30’î vê carê hêzên wan yên YJA STARê li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyên sekvaniyê kirin û di vê çalakiyan de jî 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

 

Cara duduya li girê Elîşêr dan

HPG’ê di heman dxauyniyê de ragihand ku 20’ê Îlonê saet 07:40’î hêzên wan careke din li dagirkerên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê xistine û got:” Ji du aliyan ve li stargeh û kozikên dijmin hate xistin û 2 kozik hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 6 leşker hatin kuştin.”

 

Di operasyonê de ti hevalên me şehîd nebûne

HPG’ê derbarê operasyonên artêşa Tirk de jî ev agahî dan:”17’ê Îlonê saet 14:30’î artêşa TC a dagirker li bejahiya navçeya Pulur a Dersimê dest bi operasyonê kir. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker heman rojê saet navbera 20:30-00:00 bombe li herêmê barandin. Piştî bomberdûmana bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê yên bi tîpa kobra sibeha 18’ê Îlonê bombe li herêmê barandin. Li dû bomberdûmana giran, artêşa TC a dagirker bi helîkopterên bi tîpa skorsky leşkerên xwe li herêmê danî. Heman rojê saet 15’an hêzên dagirker bi rengekî bê encammayî ji herêmê vekişiyan. Medya artêşa TC a dagirker bi nûçeyên derewîn îdîa kir ku di operasyonê de şehadetên gerîla çêbûne. Di operasyonê de ti hevalên me şehîd nebûne.

Bombardûmana qadên gerîla

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Agahiyên berfireh ên li ser mijarê;

19’ê Îlonê saet 20’an gundê Filleha, 20’ê Îlonê saet navbera 22:30 û 23:00 balafirên şer qadên Saca û Gundê Fillehan, 21’ê îlonê saet 04:30’î qadên Kunişka û Çemço bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê agir bi daristana li herêma Gundê Filleha ket. Xisar li dehl û rezên gundyên li herêmê bû.”

 

ANF/BEHDÎNAN