Ev demeke dirêje gelek gorên komî ku tê payîn ên gerîlayên PKK û kesên sivîl ên ku di salên derbazbûyî de ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetil kirin, hatine deşîfre kirin û ji bo vekirina wan gorên komî bang li hemû raya giştî hatiye kirin û tê xwestin ku herkes di wê mijarê de bi hîstyarî tevbigere. Bi taybetî jî van rojên dawî de behsa 25 gorên komî yên li Amedê tê kirin. Her wiha  gorên komî yên li newala Qesaba û gora komî li Rûbarokê ku tê payîn nêzî heftê gerîlayên PKK têde ne, hatin deşîfre kirin, lê mixabin hîna jî ser wan gorên komî nehatine vekirin. Bê gûman ne tenê ev gorên komî ku me destnîşan kir, her wiha li her devera Kurdistanê gorên komî hene û mirov dikare di her bihosteke axa Kurdistanê de rastî hestiyên mirovan bê. Gelek kesên ku şahidê hin bûyer û gorên komî yên li deverên cuda bûn jî xwestin bûyer û gorên ku heya niha nehatine eşkere kirin bên eşkere kirin. Yek ji wan gorên komî jî, li gundê Herinkê a ser bi navçeya Şemzînana Colemêrgê ve ye ku tê îdia kirin 18 gerîlayên PKK tê dene. Malbata wan gerîllayan daxwaza hişyarî ji raya giştî dike û ji sazî û rêxistinên sîvîl daxwaza arikariyê dike.   


Çîrokeke ku nehatiye vegotin

Li gor agahiyên ku ji şahidên bûyerê hatine girtin, di 30 tebaxa 1992’an de şereke dijwar di navbera gerillayên PKK û artêşa Tirk de derdikeve. Wê demê kesê binavê Erdal Sarizeybek ku fermandarê qereqolê ye û navê wî di nav gelek bûyeran de derbaz dibe jî li wê herêmê erkdare. Li gor agahiyên ku şahidên bûyera gundê Helanê û Herinkê dan, yekîneyên gerîlayan di 30 tebaxa 1992’an de li ser qereqola gundê Helanê de digirin, her wiha di wî şerî de pevçûnek dijwar rû dide û heya direngiya şevê didome û gerilayên PKK berxwedaneke mezin nîşan didin. Li gor agahiyên ku me girtine di wê pevçunê de gelek gerilayên PKK jî jiyana xwe ji dest didin û cenazeyên wan gerillayan di goreke komî de tên veşartin.
Şêniyên vê herêmê ku nexwestin navê xwe eşkere bikin agahîdan û behsa pevçûn û şerê ku 1991’an a li qereqola Helanê qewimî û wiha pêdeçûn: “Pevçûna ku di sala 1992’an de rûda ne tenê leşkerên dewleta Tirk, belkû gelek cerdevan jî tevlî wê şerî bûn. Ev cerdevan jî xelkê gundê Helane û Herinka a ser bi Şemzînanê ve bûn. Di wî şerî de 19 gerîlayan jî jiyana xwe ji destdan, ku cenazeyê wan gerîlayan ket destê leşkerên Tirk”. Her wiha ligor agahiyên ku xelkê herêma Şemzînanê dan, cenazeyê 18 gerilayên PKK li Girê Kor hatiye weşartin. Girê Kor ku nizî gundê Herinkêye û bi navê ‘noqteya meqarna’ jî tê nasîn. Li gor agahiyên ku me ji xelkê gundê Herinkê girt, piştî ku gerîlayên PKK tên şehîd xistên, leşkerên artişa Tirk sûcê dij mirovahiyê dikin û cenazeyên wan gerilayan bi awayeke komî li wê girê kor wedişêrin. Ligor îddiayên xelkê herêmê enazeyê 3 gerilayan jî li hewşa qereqola gund de tê weşartin. Her wiha gundiyên herêmê dan diyar kirin ku cenazeyê gerilayekê jî li naw sergo ku nizî qereqolê deye weşartiye.
 
Banga alîkariyê

Malbatên wan gerîllayan balkişandin ser gorên komî ku demeke dirêje di rojevê dene û wiha axivîn: “Em bang li hemu kesî ku xwedî wijdan dikin û pêwîste herkes bi taybetî jî derdorên demokrat û mafê mirovan di vê mijarê de ya dikeve ser milê wan bicih bînin û wan gorên komî vekin. Her wiha ji hemû kesên ku şahidî ji wê bûyerê û bûyerên cuda re kirine xwestin ku xwedî wijdan bin û ji bo eşkere kirina wan gorên komî a dikeve ser milê van bicih bînin û alîkariya pêwîst bidin malbatan. Bi taybetî jî bang li şahidên vê bûyerê û niştecihên gundê Helanê û Herinkê kirin û xwestin ku alîkariya pêwîst bidin wan. Ji ber ku dema cenazeyên gerîlayan di wê gora komî de hatîn veşartin, gelek ji wan kesan  jî şahidî li wê bûyerê re kirine û cihê wan gorên komî baş dizanin.”
Yek ji gerîlayên PKK yê bi navê Sefkan ku şahidê zîndî ê wê demê ye, ev bûyer û her wiha agahiyên ku me ji şêniyên vê herimê girtibûn piştrast kir. Sefkan da diyar kirin ku, di 30 tebaxa 1992’an de ev di ser qereqola Helanê de digrin û şerek dijwar rû dide. Sefkan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di wî şerî de 19 rêhevalê me şehîd ketin ku ji van cenazeyê 19 hevalan ji ber kêm bûna derfetan û giranbûna şer me nekarî em ji cihê pevçûnê derxînin. Ji bo wê jî cenazeyên rêhevalê me ketin destê dijmin. Lê hevalek bi navê Zana ku birîndarbibû me ji cihê bûyerê rizgar kir, lê di rê de jiyana xwe jidest da û cenazeyê hevalê Zana me li nêzî cihê bûyerê veşart. Lê ez wisa texmîn dikim ku, ev jî ji aliyê dijmin ve hatibe dîtin û birin”. Sefkan her wiha da diyar kirin ku, ew jî wisa texmîn dike ku cenazeyê rêhevalên wan li Girê Kor yê gund veşartî bin.” 


Navên gerîlayan

*  Nav û paşnav: Fehmî Mete
Navê Kod: Diyar
Dîroka ji dayîk bûnê: Wan-Elbak 1973
*  Nav û paşnav: Emîn Alturk,
Navê Kod: Zana
Dîroka ji dayîk bûnê:  Qilaban 1987,
*  Nav û paşnav: Mehmet Gulcan
Navê Kod: Xusrew
Dîroka ji dayîk bûnê: Gundê Panîk-Îdir
*  Nav û paşnav: Derwêş Mustefa Hemo
Navê Kod: Şerîf,
Dîroka ji dayîk bûnê:  Efrîn 1988
*  Nav û paşnav: Arslan Yildiz
Navê Kod: Halûq
Dîroka ji dayîk bûnê:  Agirî
*  Nav û Paşnav: Alîşan Karadag
Navê Kod: Aydin
Dîroka ji dayîk bûnê:  Îdir 1974
* Nav û paşnav: Cemîl Kamer
Navê Kod: Mazlum
Dîroka ji dayîk bûnê:  Erzirom 1973
*  Nav û paşnav: Cebraîl Yılmaz
Navê Kod: Zinar
Dîroka ji dayîk bûnê:  Elbak 1974
*  Nav û paşnav: İsa Bozkurt
Navê Kod: Zekî
Dîroka ji dayîk bûnê:  Îdir 1973
*  Nav û paşnav: Zeynel Zengîn
Navê Kod: Mahîr
Dîroka ji dayîk bûnê:  Almanya,1972
*  Nav û paşnav: Cafer Cindî Mecît
Navê Kod: Cimşîd
Dîroka ji dayîk bûnê:  Efrîn 1966
*  Nav û paşnav: H. Mehmut Ebdulqadir
Navê Kod: Gurcan
Dîroka ji dayîk bûnê:  Hesekê,1968
*  Nav û paşnav: Zoro Serhed
Navê Kod: Berxwedan
Dîroka ji dayîk bûnê:  Iğdır 1973
*  Nav û paşnav: Selîm Altay
Navê Kod: Celal
Dîroka ji dayîk bûnê:  Çukurca 1976
*  Nav ûpaşnav: Abdurahman Muhamed
Navê Kod: Cimşîd
Dîroka ji dayîk bûnê:  Efrîn 1972
*  Nav û paşnav: Acul Ercan
Navê Kod: Şiyar
Dîroka ji dayîk bûnê:  Çukurca,1972
* Nav û paşnav: Mehmet Kaya
Navê Kod: Jêhat
Dîroka ji dayîk bûnê:  Gever 1972
*  Nav û paşnav: Nurtaç Seyîtoğlu
Navê Kod: Seîd
Dîroka ji dayîk bûnê:  Ağrı 1974
* Nav û paşnav: Naîl Çetîn
Navê Kod:  Egît,Hozan
Dîroka ji dayîk bûnê:  Melezgirt
* Nav û paşnav: Zekeriya Osman
Navê Kod: Zinar, Reco
Dîroka ji dayîk bûnê:  Efrin 1965
 

ANF/BEHDÎNAN