Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û şerê vê dawiyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî dan:

COLEMÊRG: “Roja 30’ê Cotmehê de li dijî wesayîtên alav ji girê Konserve re dibin û leşkerên li herêmê kom bûbûn, bi çekên giran çalakî lidar xistin. Di encamê de qeymyonek şewitî û rûxiya.  30’ê Cotmehê saet di 13:20 de, hêzên me ji 2 baskan ve li girê Hawan ê li navçeya Çelê xistin. Di encama derbên xurt de, bi çav hat dîtin ku 2 leşker hatine kuştin. 

30’ê Cotmehê  li girê Koordîne yê li Çelê hat xistin 6 leşker hatin kuştin, leşkerek birîndar bû. 

ŞIRNEX: 30’ê Cotmehê  hêzên me ji 2 baskan ve li girê Koordîne yê navçeya Qilaban a Şirnexê xistin. Di encama çalakiyên li vir de 8 leşker hatin kuştin.  Heman rojê hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li qereqola Tepê Çeta yê navçeya Qilaban a Şirnexê xistin. Li vir leşkerek hat kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên li qada Deriyê Dawetiya şehîd bûn, hat lidlarxistin.

AGIRÎ: 27’ê Cotmehê, hêzên me li dijî lûleyeke gaza xwezayî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encamê de 10 warîl gaza xwezayî, 2 trafo û konteynireke nobedê hatin rûxandin. 


ANF / BEHDÎNAN