Ji min re gotibû, "Bihar ji aliyê başûr ve tê Cûdiyê. Kurdiya Cûdiyê weke ya li herêmên din ên Kurdistanê nîne. Ew cuda diaxivin. Gotinê wan hene li cihekî din tinene. Li cem me navê her tiştî heye."
Îsmet KAYHAN
Rûtirşî bû, mahdê xwe kiribû, cixara xwe ya nû vêxistibû bi hêrs avêt erdê. Qelşa di texma birûyê xwe de nîşan da û got, ev bîranîn ya dema mirinê ye. Mezlûm esmer bû û li ser rûyê wî çavên wî yên mezin gulover hebûn. Piştî rêwîtiyeke dûrûdirêj û zehmet gihiştibû Şamê. Ev milîtanê ciwan ê ji Botanê hatibû 19 salî yan hebû yan tinebû. Lê bêhtir bi temen xuya dikir. Gotin di cih de be, hinekî kal bûbû û rûyê wî hilhilî bû...
Tarî ketibû erdê, dîmenê dinyayê yê xuya dikir mîna mezin û fireh bûbû. Girên Golanê li pêşberî me bûn. Ji dûr ve dengê Feyrûzê dihat û me lê guhdarî dikir. Min ji Şîrhat pirsî ka ev deng ji ku tê. Wî jî got, hinekî wir de meyxaneyek heye ji wir tê. Lê min kakûnî û meraqa meyxaneyê nedikir, min Mezlûm meraq dikir. Min ji Şîrhat pirsî ka Mezlûm çima bi kesî re napeyive û wî jî got, "Ew heta gihişt vir, wî gelekî şer dît. Di nava operasyonê de ma. Ew kesekî welê ye, qebristanên wî di nava wî de ne." Şîrhat ji Çewlîkê bû û hinekî asî û serhildêr bû. Mezlûm jî ji bilî Şîrhat zêde bi kesî re nedipeyivî.
Niqutî dilê min
Min dixwest ez li çîrok û serhatiya Mezlûm guhdarî bikim. Min dixwest ez wê kêliya mirinê hîn bibim. Lê awirên wî yên wisa xumamî hebûn, mîna bibêjin, zêde bi pey nekeve. Cixare ji cixareyê vêdixist. Xet û xalên rûyê wî dijwar bûn. Mirov digot qey bi sewdayeke çavkorî ye. Mîna ku dixwest tiştekî bibêje hinekî kelimî, bêhnekê sekinî û destpê kir qal kir.
Tîrmeh bû. Dinya germ bû û wexmeke giran hebû. Niqutî dilê min wê şevê tiştek wê biqewiya. Bêdengiyeke giran xwe li her deverê alandibû. Di demekê de ku tarî diket erdê, eskerên Tirk bi ser gundê me de girtin. Berê jî gelek caran hatibûn, lê vê carê pirr dikirin qîreqîr û warewar. Dinya pirr germ bû. Ji aliyê başûr ve toz û dûman dihat. Di nava vê tozê de zilamên gund li meydanê kom kirin. Min ji dûr ve li wan temaşe dikir... Mezlûm nikarîbû dewam bike. Gotin di qirika wî de asê bûn. Awirek da min û xwest ez ji ser serê wî biçim... bêdeng bû... êşeke hûrûkûr di rûyê wî de xwe da der. Mezlûm ketibû nava gelek şeran û sax derketibû. Carinan diket kirasekî welê, mirov digot qey nîvmirî ye... paşê dîsa dewam kir û gotin teqilandin... kalê min di serhildaneke li dijî eskerên Tirk li Cûdî de hat kuştin. Hespê wî yê reş tenê li ser mabû. Rojeke havînê ye, rasterast bi ser dijmin de diçe; bi guleyan mîna seradê wî kunkunî dikin. Dê, bav, xuşk û birayên min bi qasî wî ne bi şens bûn. Wan di bombardumaneke artêşa Tirk de can da.
Navê her tiştî li Cûdî heye
Dema min zilma eskerên Tirk dît, ez çar pênc salî bûm. Bavê min ji min re qala Cûdî dikir. Digot çiyayê Cûdî bi avzûn e, û hêzeke wî ya nayê fêhmkirin, heye. Bavê min mirovekî şerker bû, min jî ji ber vê serî hil da. Lê min guh da şîretên wî û hemû bi cih anîn. Hafizeyeke wî ya xurt hebû. Tarîxa Cûdî hemû dizanîbû. Ji min re gotibû, "Bihar ji aliyê başûr ve tê Cûdiyê. Kurdiya Cûdiyê weke ya li herêmên din ên Kurdistanê nîne. Ew cuda diaxivin. Gotinê wan hene li cihekî din tinene. Li cem me navê her tiştî heye."
Bavê min rojekê ez biribûm bajêr. Ez zarok bûm. Li bajêr her kes zimanekî xwe hebû. Ez matmayî bûm û bi kelecan bûm. Min xwe bi xwe gotibû, bi herhalî em ji ber vê ji hev fêhm nakin. Mirovên Cûdiyê mirovên serwext in, giş çend bavikên xwe nas dikin. Pêşiyên me jî bi şer mezin bûn. Ji lewra gelek bûyer û serhatî di mejiyê me de ketine ser hev. Weke bîr an jî kewareke derd û kulan in. Yanî ez dibêjim, ez jî bîr û hafizayeke pêşiyên me me. Eger bavê min di bombardumanê de nehatiba kuştin, Xwedê zane wê di bin barê wî mejî û hafiza xwe de bimirana.
Divê tu ji bo Cûdî şer bikî
Ez dema li wan difikirim, ez ji xwe re dibêjim, divê tu ji bo Cûdiyê şer bikî. Mirin her tim weke bayekî tofanê li nava malbata min rabûye. Lewma mirin xeternak bû. Bi mirina min wê reh û kokek biqele, tine bibe. Mirin her tim dikare bê. Belkî mirin tiştekî ewqas ne xirab be. Mezlûm wisa got û ket xewê.
Rêya min û rêya Mezlûm ê bi şev li quncikeke xewle li Quranê guhdarî dikir yek bû, lê berê me li aliyê cuda bûn. Ev ciwanê ku min wî 20 sal berê weke şervanekî ciwan di demsaleke havînê de dîtî, li çiyayê Cûdî yê xwedî gelek efsane û destanan, di havîneke din a germ de heta guleya xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.