Di ‘Doza Nisêbînê’ de dadgehê nehişt ku malbat bikevbin hola dadgehê. Girtiyan jî ev biryar protesto kir û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ got.
Di Doza Nisêbînê de 53 kesên di dema berxwedana xwerêveberiyê de piştî tehliyekirinê, 26’ê Gulana 2016’an hatin girtin, tên dadgehkirin . 6’emîn rûniştina dozê bi dorgirtina polîsan bi rê ve çû. 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, rûniştin li Hola Konferansê a SGK’ê bi rê ve bir. Ji 53 kesan re dozger cezayê “muebeta giran” xwest; 8 jê jin bi giştî 40 birin hola dadgehê.
Bi hinceta li salonê cih tune û tenê destûr dan girtî, parêzer bikevin holê û di navbera wan de jî esker bi cih kirin. Ji ber vê yekê gengeşe çêbû. Li ser vê biryarê girtiyekî nerazîbûn nîşan da û got, “Heta malbat neyên salonê em îfadeyê nadin.” Li ser vê heyeta dadgehê berî ku daneşîn bê destpêkirin, navber dayê.
Girtiyan dadgeh protesto kir
Piştî navberê, heyeta dadgehê ji girtiyan re got, ji ber nerazîbûna we, me biryar da ku em bi hejmarên cihê li dijî her yekî ji we dozan cihê cihê vekin.
Piştî biryarê, heyeta dadgehê ji eskeran re got, “Hûn dikarin wan bibin”. Girtiyan bi çepikan biryar şermezar kir û sloganên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bimire tecrîd” û “Bijî serok Apo” gotin.
MÊRDÎN