Ji ber şewba vîrusa koronayê meydana huner jî ji girse û sehneyan bêpar ma. Ji ber wê, Şanoya Bajêr ya Amedê lîstika şanoyê ya bi navê Daweta Xwînî li ser înternetê bi rêya Youtubê parve kir. Şairê Spanî Federico García Lorca nivîskarê lîstikê ye û lîstik bi Kurdî sala 2013’an bi derhêneriya Ferhad Feqî li Amedê hatibû nîşandan. Şanogerê Şanoya Bajêr ya Amedê Yavuz Akkuzu got, ew ê van rojan her serê çar pênc rojan carekê lîstikeke xwe ya wan berê nîşan dabû, di ser înternetê re bi xelkê re parve bikin.
Daweta Xwînî
Herçî lîstika Daweta Xwînî ye, bi sêwirandina dekorê ya Serdar Geren, kostumên Îsmaîl Oyur û koreografiya Serhat Kural bi Kurdî derketibû ser dikê. Dozeke xwînî ya berê, ji ber ku bûk roja dawetê bi hezkiriyê xwe yê berê re direve, ji nû ve destpê dike. Di lîstikê de Lorca û rêûresma muzîk û dawetên Kurdî jî tên cem hev.
Hûn dikarin bi vê lînkê li lîstikê temaşe bikin:
https://www.youtube.com/watch?v=smfgFl2HmP8&feature=youtu.be
NAVENDA NÛÇEYAN