Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murata Karayilan li ser dayikên li ber avahiya HDPê hatine civandin got, “Binihêrin 30 sal in Dayikên Şemiyê li zarokên xwe digerin. Zarokên van dayikan ji aliyê dewletê ve hatine revandin û qetilkirin. ‘Revandina’ rastîn ev e.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan beşdarî Bernameya Taybet a Radyoya Dengê Welat bû û bersiv da pirsên Arjîn Ferat. Çend ji beşên nirxandina Karayilan wiha ne: “Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di serdemeke girîng de ye. Bûyerên ku di vê demê de diqewimin û sala bê biqewimin wê di diyarkirina paşeroja gelê me, tevgera me û Rêberê me de roleke girîng bilîzin. Pêvajoyeke bi vî rengî girîng û stratejîk e.
Şerê topyekûn wê dijwar bibe
Mêtingeriyê li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest bi şerekî topyekûn kiriye. Rejîma AKP-MHP-Ergenekonê domkirin û mayindekirina sîstema xwe ya faşîst bi tinekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û destketiyên gelê Kurdistanê ve girêdaye. Tevî ku ji gelek aliyan ve di nava krîz û lawaziyê de ne, hemû derfetên xwe seferber kirine û hewl didin bi şerê li dijî gelê me desthilatdariya xwe bidomînin, sîstema xwe ya faşîst mayinde bikin. Lewma di navbera me û dewleta Tirk a faşîst mêtinger qirker de şerekî dijwar heye û ev şer wê dema bê dijwartir bibe.
Beşdarbûna gerîla bi rizadilî ye
Yên tevlî nava refên me dibin bi îradeya xwe ya azad tevlî dibin. Gotina ‘hatin revandin’ derewa dewleta Tirk a mêtinger e. Gotina zimanê şerê taybet e. Em tevgereke îdeolojîk in ku tevlîbûn bi rizadilî ye, û ev esas e. Kurd, an jî neteweyeke din, her kes bi daxwaza xwe tevlî nava refên me dibin. Wan bi binpêkirina qanûnên xwe hevşaredarên sê bajarên mezin ji wezîfeyê dûr xistin. Darbe li îradeya gelê Kurd kirin. Li Kurdistanê, Tirkiyeyê û dinyayê nerazîbûn li dijî vê darbeyê hate nîşandan. AKP ji ber ku zehmetiyê dikişîne vê polîtîkaya xwe ya qirkirinê bidomîne, tiştên din pîlan kirin, dek û dolab gerandin. Ji bo neheqiya li HDP’ê kirine bê nixumandin, pîlan kir ku hinekan bibe ber deriyê HDP’ê bide rûniştandin.
Li ber deriyê HDP’ê li zarokên xwe negerin
Belkî ew dayik hinek ji wan nêta wan paqij e. Hinek ji wan dibe ku dizanin ev tê çi wateyê û nêteke wan cihê jî hebe, ez bi vî tiştî nizanim, dayîktî pîroz e. Heke dayika mîlîtanên azadiyê be, ew ji bo wê şeref e. Tişta ku li pêşiya wê avahiyê tê kirin jî projeya Erdogan, MÎT û polîsan e. Ev çalakiyeke şerê taybet e. Mirovên me yên li wê derê divê hay ji vî tiştî hebin. Divê nebin amûra şerê taybet û divê ji vê pîlana qirêj xwe vekişînin. Heke lêgerîneke wan hebe, cihê wan ne ev der e.
Zarokên xwe fedîkar nekin
Di çapemeniyê de em hîn bûn ku zarokê dayikeke li wê derê di zindanê de ye. Bi îddîaya ku PKK’yî ye, ew xistine zindanê. Mecnûn Akkoyûn hewl daye xwe bikuje. Çima? Ji ber ku gelekî qehirîye ku dayika wî tiştekî wisa kiriye. Divê dayik zarokên xwe fedîkar nekin. Nabe ku dayika milîtanan bibe amûra şerê taybet. Heke dixwazin xwedî li zarokên xwe derkevin û qenciyekê bikin, rêya wê ne ev e.
Binihêrin 30 sal in Dayikê Şemiyê li zarokên xwe digerin. Zarokên van dayikan ji aliyê dewletê ve hatine revandin û qetilkirin. ‘Revandina’ rastîn ev e.
ANF / BEHDÎNAN